CÎHAN
Baranek mîna qedîfe dibare
li ser lêxistina dilê min
tenêd rijaleyan
ji gelî û çiyan
dikevin pença min
qapiyên hebsan
li pêş çavêd min derin û tên
periyêd rojên duho tinebûn
ku îro deran vebriqînin..
Ger tu ji min pirs dikî
kî riya min dinire?
nizanim!
nivîna min?
bankir hepsa min
û sitêrk didin girî
belkîm jî tabûtên xewna şevan
serekên Îblîsan
û hezniya şevan belav bûne..
Di nav gotinan de
sîngê min birîndar e
dibêjim ji te re
bavê min mir
hezkirina min bi berbendî
dest girêdaye
bi kîn e
dilê min tepik vedaye
tepik vedayî
ji keder û eleman nola
li kilama esmer û hezniyan
basikên bilbilan qut bûn
dengê çûk û tivîrkan fetisî
ji bîna wan riya sofî xemrevîn e
ji çi re sihra xwe hazir dike?
Pîkên daran direqisin
li ser siya xwe
xweneke sar
li ser çawîrê
bi bînxweşiya axê
di pêşketina baranan
keskesor da
tenakê min jê hez kirî
dirêj dibe
heta welatê Merook
heta kela Elemot
li ti ciyan
xwesteka min û dil
şaş kirî û li xwe heyirî
dikene û dide girî
hepsa zemên û adetên kevin
yên dê û bavan
mîna van tonan giyan
hezkirina me qisir e
tu meywanê nadî me
xeyrî ji hêstirên çavan
tu giravek di orta deryayê yî
ez jî li ser zinar im
em herdu jî şikestî ne
li eynî xan da
husên motoran
dengê avêtina tivingan
fîtefîta paqij
ewrêd balefiran
dengê topan
erd û ezman tijî kirî
ma hezkirina me bi tenê bi deng e
û bêewlad e…!
De bi xatirê te
bêyî ku em hev carek din bibînin
riya min zor e, çetin e
bi kevir e
ma bi hevalan ra ye
emê rêkê binirin û bipên
tiştekî din were
dîtin û gîştinhev we ma
li mabêna pêyên hevala
û xelkê daye.
11- 3- 70