ŞIYÊ
Şiyê..
Şiyê kulîkek ji gulistana welêt e
gule, geş e bi rastiye
sînorê rewşen û ronahiyê ye
av e..
ava kaniyê ye..
Şiyê..
jîn e, mizgîn e, şêrîn e
şahî ye, êş û evîn e
geh şiyar e tim dîn e
bi birîn e..!
hilm e.. bîn e
Birca Belek a torevanaye
li ser rêka nemirinê
daniye bihuşta dila..
çi bêjim…?
evîndar im..
li kenara behrê
hêvîdar im..
Birînên min hene
dibînim..
ku pêlan da ser pêlan hilda
xwastekên min hebûn di dil da
ji bo bejna bilind û çavên kildayî
bi dîtina dûrbûn û bi aştî
destgirtiya xebatkaran
destgirtiya xebatkaran
tim bi me ra serb û sermedî ye
Şiyê..
Silav dide
Dicle, Xabûr û Ferêt.!
Dilê dayikaye
şikestina tîrêjên çavêd wê
di rêkan dinire
rêk bêveger e
rêçên wê dinasim!
rêç dirêj û dûr e
zarok hûr in
derd pir in
Bbirîn kûr in..!
lê nawestim..!
Şiyê..
şêrînbûna çemaye
qêrîna zarokaye
nirînên te rûçikên te
dil av didin
ava dikin êksîrê
ez can dibim di jiyana xwe da
karwanê eşqê
diborî welatê te
her buharekê
Seedî, Hafêz û Şîrazî
Xanî û Herîrî, Feqiyê Teyran
bi serfirazî
Cîgerxwîn, Hejar, Tîrêj û Berazî
medara serhildana Kurdan e.
Şiyê..
xewna di acûra hişyariyê da ye
min dît di payîza umrê xwe da
ger ez hatibama di buhara rengîn da
bêguman, ez ê bibama bilbilê wan bax û bîstan û gulistanan
mîna ana
lêvên min ne dimiçiqîn..!
Şiyê..
Xewnek çavteng e
welatê şîn û keseran
hesret û çelengan
keç û bûk û dîlberan
tim di dil da
tim di dil da
Gundê Jor
li ber hîmê geliyê Hêran
êteka çayê Hesî Xidir
kulek mezin e
di dil û canê min da
tirsa çîk û birûska şoreşê natemire
giraniya xwe dayî ser fikra min
bajar û gundan bi ser pê xistin
lê barekî giran e
li ser milên min
ketime gumanan, encam e ez nizanim
serê çiyan bi mij û dûman e
di nexwaşxanê da jî min winda nekir
hêrs û hêza xwe
rêç û doza xwe
tim hêvîdar im
ku roj hileroa azadî
li ser welêt
û li ser dil.