LORÎNA VENEGERÊ

LORÎNA VENEGERÊ

Buhar derbas bû

havîn xilas

ewrên reş girtine ruyê ezmên

dil bi axîn şikestî

çem bi nalîn, çiya û deşt

bi rengê xurbetiyê

hemû gund û bajar

hemû welat

behr û çol û sehraa

û gelek diyar

dost û neyar

bi min re meşîn

hembêz kirim

şa kirim…

Bixwîne:  AH Û AH Û AHÎ

gotin û şoreş dê û bav

sal çûn têr û birçî

sîng mîna zinar

bêtirs bikim ez

imir derbas bû bi xebat

bi pakijiya dil

bi yekbûna hevalan

bi zanîn me al sitand

ne bi şûr û mertala

momele me gihandin

cejin gelek xweş in

cejin xort û baş in

Bixwîne:  SERXOŞ IM

cejin jî hene

mîna xewna şevan

ne rast in

bi tirs in, şaş in

cejin hene diyariya dost û hevalan

tarîxa reş û tarî

pelkên ronahî

bi nav û deng in

Rustem û Kawa

bi hezaran şehîdên bênav

tên ser zimanan

di roja îd û cejnan

Berf bû

baran bû

Bixwîne:  HERIN

xem û hesret

derd giran bûn

xurbetî bû

ragerîn û seyran bû

çerxa felekê

dewran bû.