SERXOŞ IM
Ez aşiqê te me
bellora kitêb û pertûkan
li ber endama te
dest girêf disekinin
bi evînek sipehî
evîndarê te me
bellora kitêb û pertûkan…
Tu zendavistayî
sedsala bîst û yekê
zimanê şoreşê, çapkirin
û weşana gel e
nîşana tore û zanînêye
ez rewş û rewşeniya dêmê te me
Bi hulm û bîn, kulîk rengîn in
ez aşiqa kitêb û pertûkên te me
ji bo vê yekê jî
serxoş im .
1994
NALÎNEK KÛR
Ez dîl bûm
di hundirê dil de
li ser sînga te bûm
gulek ji wan gulan
bengîna te di guhê min de bû
Ji hezar salî û vir de
gelek sal wek wan
nalînek kûr bû
keserek giran bû…
Bi gotina dengbêj, şaîr û zanayan
serê min û te
xwar dibû bi ser dil de
ling û piyêd me
payve dibûn
bi destêd zalimên
rojhilat û rojava
na .. bi gotinek rastî
rojava û bakur
Şerq û qulbe de…
Badî giş li qonaxa heştê bû
zarokî û diyariya xem û kulan
min berda bû welatê dê û bavan
digerim li ser rê û derbên Asiya
rojek ji roja cejn û Îdan
aqil ji serê min çû
hişê min winda bû
keçên welatê min
mîna kulîkan
dilê xortan wek pempilûkan
lê dilê min baz e
li ser bilindiyê
dide perwazan .
1983
PEYVA HOZANEKÎ
Îro min nexweşxane
ji xwe re kirî mal
belê..
çavên mîna teyran
heyran û sekran in
perwaz dikin
li ser çiyayên bi berf
mîna Xelat û Sîpanê
nexweş bûme
jana min di dil de ye
mêze bikin dostino
duxtirino…
Birîna min
li ser min qolayiye
ji zarokiya bêguneh
li ber çavên diya xemgîn û çeleng
min dersên xwe ji wê û ji êşeka wê dibir
wek hemû pîrekên Kurdan
diya min jî esîr û bindest bû
bi kar û xebat bû
westiyabû
mest bû
carinan hêdî.. hêdî
hêstir dibarin ji cavêd wê
min nizanîbû bo çiye?
Geh bi xwe re dipeyivya..
sal derbas dibûn
mezin bûm ez
pir dibistan xelas kirin
hozan bûm ez
eşqa diya min
eşqa gelê min
êşeka birçî û tazîbûna welêt
ji min re bû derd û qisawet
bo çi em li ber deriyê beg û axa ne
zehmetkêş, sêfîl û destgirêdayî
virde wêrde..
welat welat ez geriyam û fitilîm
diyar bi diyar ne disekinîm
spartakos bûm
mamosteyê xort û egîdên wî gelî bûm
ji pêka Çaldêrana mel’eun de
hemû xwîna mirovan
sekman û siwaran rijî
ji şoreşa Ebdullahê Nehrî
ji serhildana Şêx Seyîdê Pîran
ji hêrehêra şêr û pilingan
li çiyayê Dêrsim
ji qêrîn û hay û hoya
mîrên Soran, Hekarî û Botan
ji gelî û newalan xwîn herikî
di dilê wan de
li ser serê Agirî
bi nav nîşan
mirin û agir xwîn bû
perîşan”muhacir” bûn
gund û bajar şewitîn
bi gule û topên neyaran
bi xerdel û jehr û topan
neyaran em “helak” kirin
bi hezaran..
Nexweş im
jana min jana jînêye
nebû ku em bijin
mîna mirovan bi al û dewlet
ne hezkirin û fesadiyê
xêzanî û xiyanetî
kuştin û dizî wek mîkroba ketiye
nav me
mar, gur û dûpişk
di nav xeyala me de
dilîze
ma xelas nîn e
ey xweda…!? .
1994
RÛPELEK JI DEFTERA DIYARIYÊ
Derya evînê
wisa dîn e
pêlan êriş dikir çap û rast
derya dîn e
bi huqd û kîn e…
Hozan im
êşeka eşqê kirime heyran û bêhiş
ne dest ma
ne pî û çav
ne hiş û ziman…
Cîgerxwînê derbeder im
bêmal û bêkinc
xwediyê xame
jan û derd û renc
şahsiwarê keça şeva hicran im
Qedrîcan im
li Bosforê dikim qêrîn û ah û nalîn
ezman dilerize
zemîn buhar e
bi Nazêm re li mihrecana Farsofiya me
bûn welatperwer û hişyar
derbas bûn..
meh û sal
dem û serdem
xortaniya min bû çenek
li ser kaxezan
huner, rist û helbest
welê ez geş bûm
kêfxweş bûm
hunermend û comerd bûm
bi wîqar, zanîn û kemal im
evîndara min
firtene û şoreş e .
SOZA NAV REZA
Mêze dikim
li rûçikê te
tevde heyat e
wek hesinê li ser hors
di bin derban de
di pey hev re lêdikeve
vedibriqe…
ne îşareta qisaweta
ne kêrt û korta salan
li ser evîna te
geş e rûyê te
mîna behrê
mîna sitêrka şifaqê
lê cavêd te bi tirs in
wek rûpelên komelan
li ser vî gewdî
li vî guvdî
xebat bi salan re kiriye
bi jîn û heyatê re
bi şevên sar û cemidî re
di bin reşbûna tariyê de
li ser erdê girêdayî ye…
Bi gelek tonê êşkinceyan
tu ji min re dibû
kemanceyeka bêziman
li kêleka çemê umrê min
dîtina te wek tîpên
li ser mermer
hatine nivîsandin
werdigerîne li geliyan
li sencan
li bîstan û baxçan
li ber kêndira dardakirinê
li bin sersiya darên
sicikê…
***
Ez.. ez im
riya sibeha me
sozgotina nav reza me
daweta pala me
kenê zaroka me
dengê wêjdan im
kûrbûna kûraniyê me
derzîka destêd jinikên
Vêtnamê me
mitrologa destê wan im
çiraxa horman û çiya me
sazê hunermenda me
pûtê li meydana
li Havana me..
roniya cavêd Gîvara me
havîn im
kulîk im
sêv im
sitêrk im û hem fabrîke me
deşt im, genim im, nan im
di gewdeyê evînê de
tamar im
xebat im…
di cavêd zarokan de
rêk û nirîn im
çem û kanî me
li deşta welêt
bangîna ezmên im
dengê rencbera me .
1987
LI DERIYÊ SALA 1995 AN
A niha ..
ez li Şiyê me
dûr, dûr ji piran
deriyê roja paşîn
ji sala nod û çaran…
Sibe salek nuye
derbas bû bi kul û kovan
borî evîn û doz mîna dûman
kanî dost û heval
hêvî û canan
were sala nuh were
were bêceng û talan
were bi aştî…
Serbilinda dilan
dermana kulan
deng û hulma şelûr û bilbilan
rake ew barê giran
ji ser pî û milan
were cana belav bike
aştiyê
bes e.. bes e..
ji kuştin û xwînê re .
31 12 1994
NE BES E…!
Ne bes e ku
ez ji te hez dikim
xerîb û reviyayî
raman belayî
dilê te li nav agirekî dîn e
ey xweda…
Çiqas giran e
gotinek bo vî emrî
evîna min
îro ji lizetan dûr e
destê min nagînin wê
tu mînî seetê hezkirina min
kom dikî
ez difetisim û tu jî
nefesa xwe nabî
bisekine..
gewdeyê te li ser guvdê min
bi tirs e
bi her şorekê razek mezin bidim te
li ser lêvêd min feqîrî
û dest vegirtî
tiştekî dijwar di nav destêd te de ye
di nav lêvêd te de ye
ez jî lewre bi te re
dibêjim
evîndarê te me ez
feqîrê te me ez
eynik û ruyê ava kaniyan
vedibiriqe…
bigerînim li dor qirika te
qeheran nekî
ji bo şorên min
dil nerm e
ji ava Besîtt tê der
qêrîn..
wek alafa agiran
ez ê hîn surek din bidim te
nizanim..!
ji zemanê mîna te jî
nizanim çi bêjim bo te
mîna nirînê di dest hezandinê
li dema xwatirxwastinê
li ser kenara rê
dema tirên dixuşe
û hêstirên çavan li ser min
dibarînin
ez surek e mezin
didim te
bi tirs…
ditirsim ji pêşgeha pencera
li dema êvarê te bişkîne
şorên nehatine gotin
û liva te bi wan re
ditirsim ji ew derewa jîr û giran
sureke mezin bidim te
bigir derî
pencere û taqan
mirin bi te re
evîn e..
bo vê ez dêmreş dibim
li jiyanê .
1989