DILEKÎ WEK BUHARÊ
DI PAYÎZA UMIR DE
Sal borîn
va ez ji nuve radiwestim
li ser xaka xemên xwe
ez tê me ba te
ji Derek dûr
ji serê çiyayên windakirî
ji berfa bêpêşî
bidin mij a dîroka
reş û terî .
2
Ez tê me ba te..
ji cihê qeşayê
bi dest min de gul in
destên ji çîçekan poşman bûne
yên ji bîstanan
qutbûne
ji şikeftên Pîremerdê yên sar
û ji dehla Birsê
ku dirêj dibin di nav pênc qaratan de
radiwestin..!
li ber dergeha te
xemgîn im
ew dergeha hatiye xemilandin
bi gul û gupikên buharê
bi rengê sipî
ma tu yê li ruyê min
derî veke?
ruyê ku li ser hatiye kêşan
êşa sala…
3
Ez tê me ba te
ji efsaneyên Rojhilata xemgîn
ji Derwêşê Evdî
ji Kekê Sedûn
ji geliyên bi xwînê hatine avdan
di kuhê Sîpan de
di dengê min de
ahîna Siyamend e
wek jinên Beytlehm.
4
Ez dijêm di payîza salên xwe de
û di salên payîza xwe de
ez çavxopanî me
germaya medarêdi kenê te de ye
min nedayê du lêlanê
gavên me winda kirin
di deşt û çolan de
şopa pêz di ser qûmê re.
5
Min ji te pirs kir..!
navê te..
wek wî heya di nav dilê min de
dilê ku te tê de cih girtiye
birîn û hezar birîn
îman..!
leenetê tînin li hişê min
ji bîr dikim ji ber te dibînim aramî
wek girî ne
lê berê min tu dîtibû
di şerê Meyselon de
bi Yosêf El Ezme re
di şoreşa sala 1925 an de
te sirûd saz dikir
lîlandineke bilind û xort
ji te derdiket
lê nuha tu radiwestî
di şarîaa Fersofeya rengîn de
li dijî zorkerên çerxa sedsala bîstan
berê min tu dîbû..
dîsa li Silvedorê
di nav rêza cenga Wehran de
te dinihêrî
bi tava royê ya paşîn
li deryaya Karîbî
te tif dikir gemiyên Emerîka
ew gemiyên ku li dijî ronahiyê
rawestî bûn
û li dijî kenê zarokan
li şariên Havana …!
6
Bi sîngê xwe yî polat
bi ezmanê xwe yî
xemgîn
bi kevokên aştiyê
ez ê çawa navekî li te bikim?
agah bibim Ana
ji ber ku ez
di payîzên salên xwe de
dijêm
û di sala payîza xwe de
ez ne Elfrêd Dêmsoy me
ez ne Şopan im
tu wek George Sandy di navbera me de
belkî tu nizanî
van hemû tişt û rewşên ku
di kûraniya dilê mirovan de dijîn!
eger baran zû bibare
û berî zivistanê
berf were xwar
ez ê çi bikim
7
Sala borî
û ji nu ve
radiwestim ser xaka xwe
ser xaka Asya
di bajarê Sehrewerdî û Mutenebî de
ez ê carek din bêjim
hemû xemên Beny Hemdan
di qonaxa Sêf l Dewlê de
tu jî dinihêre ji baniyên
Siweydee, li bilindiya Mesed û Banyasê
“Xirnatta” hîn ne ketiye xwar
ez goştê xwe dixum
li hestiyên xwe dixim
dema tarix xwe davêje şarîan
ez ji oda te ya germ bi der dikevim
naherikin hêstirên min
li ser ruyê kêfxweş
ez agah dibim bi dilxweşiya xelkê
di çaxa xatir ji hev dixwazin
dizanin ku di rojek
nêzîk de ronahî û azadî
wê cîhanê mişt bikin
piştî qutkirina derya mezin
di şeva bahozê de…!!
Şam 1 9 1984