LI DOR TEWLÊ (sifrê)
Sifre dewlemend e
goşt, mey, gul, kas û kulîlk in
şadiye, şahiye
lê nizam
çi bêtar e dîsa hat..!?
ecayîb a zemên e
xeraîb û xeyalat e
Îhsan Nûrî, Hesotellî, Agrî û Ararat e
Dêrsim û Palo dengê şêrê bi birîn e
Seyêd Riza..
basik berdan ser Sîpan û xelatê
Keladizê, Mûsilê, Efrîn û Hûrî
vedikin li ser tewla me
yasemîn, binefş û corî
çi bêtar e…?
Em nikarin
bi serbestî bixun pariyek nan
û kesek meya xwe nanoşe
çi qisawet e, çi teşweş e..?
dinirim çavê yarê
mehdiye, zanaye tê da dinêre
deryê zindanê reş e
ana jî û berê jî..
kasên me li ser masê ne
kaxez û xame
nan nare xwar bi hêsanî…!!
ma kî çax em ê bijên bi însanî
nan li me dibe jehr
şadî dibe qehr…?.