ASYA

ASYA

Binoşim eşqê

ji çavên hunguvî

ez evîndar im tu jî dîn î

nizanim tu bi min re rastî

nizanim derewînî..?

gulan e .. ANA

Payîza umrê min e

dîsan jî ez te bernadim

dilê min hez kirî bi evînî

şerab û şekirê lêvên te ez mest kirim

dema tu dikenî

buhara umrê xwe te da min

min tu digerand

bi bayê evînê re…

Li ser çem û çiyayên Asya

bi te borî zivistan û havîn

li xêzên Şeva Hicran

te dikir erz û endam

bi qurbana te bim ez

bi şev û bi roj

her heyv û salan

û herdem.

                     1981

TI KESÎ MAFÊ TE NEDA

Ji Zerdeşt û vir de

Keyxusro û Keykewîs..

Bixwîne:  KÊFXWEŞÎ

ji Nadir û Rustem de

ti kesan mafê te neda..

Welatê zêr û zêv î tu

sitêrk û roj û heyv î tu

bi çiyan, çem û deşt î

buhuşta erdêyî tu

bo çi bê al û  dewletî tu?

bêxal û bêbirayî tu?

Ne di nav dunyê de ye

li derva yî tu

sîh û pênc melyon kes dibêjin em

Kurmanc û em Kurd in

yek were bi mêvandarî û ser seriya

belê nizane bajar û gundên me li kuye

edrês û deriyê me windaye…

Ev Diyarbekir e li Ûner Alkana

ev Zaxoye, Erbîl e, mam û kakin

belê heyfa kevir û xakin

kes tune ye barê te rake

inwana te li kuye?..

Ti kesan mafê te nedan

ciyê te windaye..!

Bixwîne:  DILEKÎ WEK BUHARÊ

pelik û rûpelên dîrokê tev de

ji Ebdullahê Nehrî

ji Şêx Seyîdê Pîran

ji Mustefa Barzanî de bigre

ti kesan mafê te neda…

Carekê em di bin destê Ecem û Tirkan da ne

carek din di bin yê Ros û Firanca da ne

xwe bi xwe em ketin nav çavên hev

me hev dikuşt bi roj û şev

bi navê Sinnî û Elewî

File, Îzdî û Neqişbedî

Rifayî û Mewlewî

zarok man sêwî

gel bêav ma…

Keçik bêdê û bav man

ti kesan mafê te neda…

Bedirxano were pir nenale

guh nede guft û goya qîl û qal e

dibêjin di metelokên kal û pîran de

( kevir çiqas tol bibe, ê here li dûziyê bisekine)

lê belê..

gelê Kurd ê xizan dibe qurban.

Bixwîne:  HETAWÎ KURD

                                                 1986

GOTINEK  LI  GULANÊ

Binoşim jehra evînê ji du lêvên pilingî

ger ez ristarê xurbetiyê me

tu jî sereka xoban a çeleng î

ji Zaxo heya Efrînê..

îro şoreşa xortan bi nav û deng e

bi hezaran miletê me şehîd dan

belê roja Kurdan rabûye

li ser çayê Ararat

çemê Aras

bi kombûn û yekbûnê

bi xwendin û bi evînê

burkanê biteqe

çavêd min li sitêrka asîman e

dilê min nemaye azadiya

Kurdistan e

                                           1990