HETAWÎ KURD
Bestewar im ..
şaîr im..
tîpxwar im..
nexmevexwar im..
geh agirê “Istîwa” me
geh wek Sîbîriya sari m..
Surişta welatê min şêrîn e..
sedemên xwe gergerî ne..
ji Çaldêranê de heya 1914 an
riya hesin Berlîn û Baxda yê de..
Alman, Îngilîz û Osmaniyan
zemîn, çiya, çem û petrol hulma welêt e..
geh pir germ im..
geh pir sar im..
geh mirov im..
geh jî wehş, dupişk û mar im..
(1914- 1939)
neteqî jîna erdê
ne azman hate xwar
ne zemîn vekir sîng û pêsîra xwe
weku helbestvanekî got: goristana bêgor
li çiyan û deştan kulîk vedibin
xwîn e, sor e…
sor.. sor…
Çek û sîlehên newewî nitronî û nizam çi?!!
dizî, xinizî, jehr, xerdel û siyanîd
Tu dînî, hişyarî, rewşen û reşî
çav bi hêstirin
dil bi kul in
bilbilê baxan bi nalîn û fîxan in
xort û keçan dilbirîn in
dewlemendên me ne hişyar in
bi dijmin re ne
ew dibêjin mîna wan..!
em hezar sal in dijîn bi hev re
dibêjin belê em dijin bi hev re
ji bo çi em nikanin bibêjin şorekê, xwastekekê
bi azadî û bêtirs…?
Berf û zîpik dibarin
navbera ser û dilê min
bi can û xwîna xwe
ne serîtewandî me li hember kesî..
Roj hêdî hêdî diçû ava
dixwazin
em welat pir bikin bi zanîn û riya xwe
muxlês û kole
ji dewleta wan re
bi zanîn û doza xwe
xwe bifroşin bi pere
rutbe û nîşanan..
ji me tê xwestin guhdarbûn îta’et yan jî mirin
em rakin ji navbera xwe
şervaniyê û dijheviyê
HETAWÎ: tava ronahiyê
Bestewar im: girêdayî war û welatê xwe me.
Istîwa”: naverast û kolan, hatnecoş- cemserî newerast-.
Sîbîriya: deverek li Rosiya tim berf girtî.
wehş: lawirê dev bixwîn.