NEWROZA XWÎNÎ

NEWROZA XWÎNÎ

Dibêjin newroz  tê ye

îro sibeye ..

Newroz tê ye

lê tu tune ye!

ez dizanim tu nayê

Newroz deşt e, çem e, çiyaye…

bazdan e, saz e, dîlan e

evîn e…

bahoz e, baran e, tofan e

lê tu nîn e…

Newroza me îsal xwîniye

wek hemû salan

Bixwîne:  ŞIYÊ

mal bûne talan

xanî jî wêran

xwîn herikî mîna çeman

bira bû neyarê birayê xwe …

hatin kuştin gel û pêşmerge

Newroz têye bi qêrîn û fîxan

xwîn dadirive ji fil û gulan

ma bû çi ev fîraq û neyarî..?

Werin ey xort û hevalino

em vemirînin vî arî.

                                 9  3 1995

Bixwîne:  HETAWÎ KURD