BIRÇÎ ME

BIRÇÎ ME

Tore û torevan

di nav milyonên

tazî û birçiyan de

çi bibe je…?

Ji însanan ra?

Dunya birçî ye

ceng e, mirin e “hirman” e

tore çi bike

nabe derman

kilam û goftego

nabe xwarin û nan

ku rojekê kuştin nemîne

ez bawerim bi wê yekê

ne ji cirm û dizî, ne cînayet û kuştin

Bixwîne:  DÎWANA SERDORA JIYANÊ Hamêd Bedirxan

belê birçîbûn ranabe… kîayet …!

ê tim herdem hebe…

Li pîşa her xwardengehê birçîbûn

li pîşa kaniya avê tîbûn

tim nujen dibe

birçîbûn hebe

nan û şerab û goşt

xwesteka însanaye

xwedê jî zane

nan û goşt û şerab muqedes e

di buhuştê de çemên hingivîn hene

mast heye

fêkî heye

Bixwîne:  KILAM

hejîr û henar in

zeytûn hene

dev didan

dest û pêk

bo çi ye?

Medî vala dike

qesr û mala wêran!

nan.. nan tim nan

paşê tê dora welêt û “weten”.