KILAM
Ez teyrek bûm
li ser pîkekî darê
nûştibûm
Min li dor xwe
dinihêrî
awciyekî li min xist
ez birîn kirim
nikarim bifirim..
Ev hezkirinek gelek bi sur e
here here
bighîne rêk dûr e
di ser wê kopriyê re derbas bû
basikên min şikestî ne
nikarim bifirim..
Ez çi bikim kuve herim
dilbirîn e.. bi birîn e
çav bi hêstir û girî ne
ev hezkirina gelek zor e û bi sur e…
Şev dirêj e
rêk dûr e
basikên min şikestî ne
dil birîn e
ji sibê heya êvarî
ji rojhilat heya rojava
serê xwe min daye nav destan
bi xwe re dibêjim
gerek ji mêran ra
merî bihêle ciyê merheba û silavê
gerek em terk nekin
welatê dê û bava
mekanê gil û gazina
Ji bo birîna dil
tu dixwazî ez bidim te
xebata sala
ronahiya çava
welatê jêrîn û jorîn
biçûk û zeriya
pîrek û kala..!
Ger tu bi van jî nake
xencerekê dîne ser dilê min
xwîna min birjîne mîna geliya
tek ku bi min re nebêjin
şora ku ne liaqî mirovan
ez dizanim
ku derdê me gelek giran e
wek Zîn û Memê Alan e
wek Siyamend û Xeca maman e.