DIYARIYA SEYDAYÊ CIGERXWÎN

DIYARIYA  SEYDAYÊ  CIGERXWÎN

Di tarîka şeva hicran

Çiraxek sîfet im ya reb

Ji ser heya piyan ar e

Bi carek vêketim ya reb

                                            CÎGREXWÎN

Direvim ez ji şoreşa kul û derdan

diketim bextê te sekran û sergerdan

dinoşim jehra evînê

ji du lêvên pilingî

di nav keç, bûkan û rindan de

Bixwîne:  ANA

tu çiqas çeleng î

çiya û deşt

dinalin bi ah û zarî

ji destên te gul û nêrgiz dibarî

tu mîna bextê miletê kurd î

geh sipî û geş î

bi kul û derd û reşî

geh tu dikenî

wek buhar û havînê

geh te çav diqurçand

wek heşaş û kêfxweşan

geh tu dinalî

çav bi hêstir û dil bi nalîn…

Tu serbilind î Sîpan û Hemrîn î

Bixwîne:  BUHARA DIL

mîna dilê helbestvan guşguşa evînê

Firat, Dicle û Efrîn…

rabe canşêrîna minê

şaîra minê

serê xwe dîne ser sîngê welat

bila biteqe volqana eşqê

belav bike agir û pêt

tu Hemrîn î

tu Hewlêr î

tu Şêrîn û Şîraz î..

bi gazîn, bi qêrîn û awaz e

Kawa, Zozan û Ferhad

evîn, jîn, ronahî û dilşadî

hemû kesan girtin govend û dîlan

li benda azadiyê

kom dibûn..

Bixwîne:  ME NIZANÎ BÛ

Celîlê Celîl û Eskerê Boyok

Eliyê Ebdurhman û Urdîxan

Xelîl Mihemed Sasûnî…

hemû hunermend, sazbend û tembûrvan

li şarîa Tişrîn -bajarê Helebê-

li mala Naza Xelê

diya Felekê, Zozan û Foad

sereka diyan

belav dikir

gul û kulîk

helbest û mûzîk…

ji bo diyariya Seydayê bi nav û deng

Cîgexwîn helbestvanê miletê

Kurd û Kurdistanê

                           Heleb 1985