BO ÇI DIL WINDAYE

BO ÇI DIL WINDAYE

Min dilê xwe winda kir

li deştan û li çolan..

li ber çeman..

min dil winda kir

Bi min re gotin:

Me dilê te dît

li ser heyvê bû xeyal

li ser ewran difiriya

ne rast e..!

daleqandî bû

bi Şêx Seyîd û Seyêd Riza re

hat kuştin bi Elî Şêr re

bi Mûsa Enter re…

Min dilê xwe winda kir

di navbera por û çavên keçan de

li çiyayê Cûdî

di nav zinar û qûçan de

dilê min winda bû û heliya

di beriya hirç û maldaran de…

Min dilê xwe deribandibû

bo weşan, çandin, ziman, tore û zanînê

ji helbest û xame û defteran re

ji bo çi dilê min windaye..?

Tembûr şikestiye..

xame şewitiye..

kaxaz çiriye..

çav westiye..

na.. na.. ne raet e..

ya ku rast

hiş winda bûye

hêvî qetiye

dil xwe veşartiye..

lê dîsa ne rast e

dil herdem heye

omidiyê qut neke

xebata xwe berdewam bike

Bixwîne:  GER TU DÛR BÎ

dil winda nabe .

                            1993

SALA  NU  HÊVIYE

Sala nu hêviye

demsal e..

dem evîn e..

reng, hulm û bîn e..

evîn e..

evîn ne hişyar e

tim dîn e..

sala nu Cûdî û Wan e

Mihabad e, Kirmanşa ye

ah û ahî..

Zaxo û Hewlêr e

Qamişlo û Efrîn e

tembûr e saz û bilûr e

Laşînd e..

ev jî îşev hişyar in

wek min naxwazin xwîna biratiyê birje…

Salek nu ye..

nuye sal

kanî doz û sûnd?

kanî peyman û al?

kanî hêvî û emal?

riya sala nu

bi dengê rişêşan xemgîn e

bi dengê qêrîna kuştiyan

pêşmerg û mirovên welat

dil dûr e ji şahiyê

şahiya evînê..

dil bi tenê melûl û xizan bû

bêbazdan û bêken bû

bêmey û bêxwarin bû

Sala nu dil sar bû

nizanim sedem çi bû!

reş û tarî bû şev

tu dûr bû

ez hişwindabûm

winda bûm

Bixwîne:  ŞIYÊ

îsal li sersalê .

                     

                      ŞIYÊ   1  1   1995

BUHUŞTA  ERDÊ

Biriyên te çekên te ne

netirse ji rêkên dirêj

gava lêvêd min bigînin lêvêd te

wekhevbûnek mezin çêdibe..

em xwe biwestînin

ku tiştekî nu li jiyanê bibînin

ev dema demê ye..

firoşgeha dilan e..

gurîn û agir e..

Hawara gelê serberdayî ye

pir kes bêheval in

di zîndanan de sergerdan in

kulên min nayên gotin

rake ji ser dilê min barekî

ku ez bizanim tu destgirtiya min î!

ma ramûsanek jî tuneye!?

ka gavekê pêş de çeke

daliqîne şûrê xwe

mil, serî û sitûyê min qurbana te bin

li ser kaxezan xêz dikin

dengê bilûr û volqana eşqê

kulîkên gulistanan dipişkuvîne

hêvî dikim buhuşt li ser erdê be

da ku dermanê derdan hebe…

                                           Şiyê 1995

Bixwîne:  NEWROZA XWÎNÎ

DILO JARO

Dilo jaro rabe

ji xewa reş û were

temaşe bike

ji Firenkfort, ji Bon, ji Parîs, Rotirdem û Stokholmê

temaşe bike li welatê Kurdan…

Tayms ne Firat e

Sîn ne Dicle ye

Mûş nabe Lahay

ne jî Wan dibe Kopinhegin

temaşe bike welatê Kurdan…

Sitûxwar e agir û dûman hiltê ji her deran

nalenal e, jana giran e

bêhiş e

birîndar e

xanî wêran bûne

gund bêdibistan in

gelî bê av in

zarok bêdê û bav in

dilo jaro rabe

temaşe bike welatê Kurdan…

Li aliyekî

hay û hoye

qîl û qal û ceng e

li aliyekî mirin wek ejdehakî bi heft seriyan e

ketiye nav gel

lêdixe çep û rast e

em Kurd in

Kurd bûn

Kurd man

hîna dengê Ebdullahê Nehriye

Şêx Seyîd û Seyêd Rizaye

hîna Barzaniye

çiya ye..

çem e..

deşt e..

zozan e .

                 Heleb 1994