ANA
Ana.. gulan e
perperîkên zozanan vedibriqin
sîmfoniya deşt û çiyan
gelî û newlaye
li ser lêvên te
ken venamire
dixwazim Kaniya pêsîrên te
der bibe..
dixwazim tu perwaz bikî
li ser şar û gundan
bibarîne
barana bereketê
ser rûyê zemîn biteqe
bi şahî û şadîmanî
belav bike rihmeta xwe
şa bike dilê xemgînan
bi heyranî
gul û çîçekan bireşîn çarmedor
li ser hîm û zinarên Kurdistanê
em li hêviya heyva
rûgeş in
em li hêviya sitêrkên
rûken in
çavên xwe yên Fitne Engîz bişkîn
li dora xwe binihêr
hemû şehîdên te ne
li goristana welatê xwe razane
sersiya min hîn a baş e
ji westiyan û hestiyan re geş e
ne darek çinarê kevnar im
di navbera goristana bi rûmet
ez dûr ketim
ji dê, bav û biran
dîsa min tu berneda
ji xwe re bûm
rêber û pêşeng..
ji bo hemû kesan
li cihanê bûm helbestvanekî
bi nav û deng..
evîna te cejnek
pîroz û rêzdar e
li dor xwe bi şahnazî
govend û dîlanê bigerînin
were…
bi sibehê re
bi şevê re
min bibîne û bixwaze
were…
tu xezalî, ne dêlgura dev bi xwînî
were…
bi berbangê re
were…
bi heyvê re
were.
(1981)
XÊZÊN RÊZKIRÎ
Werin bigerînin
govend û dîlanan
rûgeş û ronak e hêva te
al hildaye gelê te
ro bilind e
dem dem e
dema rêzkirina helbestaye…
Çivçiva çûk û bilbilaye
mij û dûman belav bûye
xûya ye dora gelî û newalan
şewq û roniya welat e
li aliyekî çapxane ne
li aliyekî hay û hoy û xebat e…
Hozan, dîrokvan
û helbestvanan
di nav gul û sîsinan de dijîn
lê dest ji xebatê bernadin
pir bi xwîn in
ew baş dizanin ku
berxê nêr ji kêrê re ye
bahoz radibe
berf û baran lêdide
lewre zîpik û sermaye
Sîngê me herdem vekiriye
Tu yî .. tim tu yî
tu yî ji Adem û Hewa yî
lê geya di bin keviran de namîne
tu nav û nîşan dide jiyanê
şêrîna min
dozkîna min .
27 3 1995
TÛJ NEBE
Payîz e
nalîna dilê xemgîn e
Şev û roj
dikim zarî..
çav cobar e
hêstir dibarin
rengê mirinê daket
ser rûyê xemgîn
bayê Almemedê
ji êteka çiyan de diqopire û tê
wêran dike senc û dîwaran
lihev dikevin
hîm û lat û zinaran
tu Romî yî bi çavên kildayî
serhişka evîndaran
lêv hildayiye tu…
Di jînê de
tenê buharek heye
havîn, payîz û zivistan encama te ye
rêbadyî ye tu
dilê min got:
Hişiyar bibe û rabe ji xewa şêrîn
hozan nabe dilbirîn
di nav gel de xebata wî tim heye
jîn ne bax û baxçeye
ne gul û fil û nesrîn e
li ser zinaran
li sirtan û binê newel û geliyan
qêrîn e, fîxan e
emr û ferman e
li min bişkîn
kûçê çavên rengîn
dilşad bibe
bibîne karê xwe
ey malava ya me
ka bide min mizgîn .
1980
BI RASTÎ
Bi rastî
Îro ez şad û xurem im
xebera serleşkerê xoban
hatiye ji min re
ferman derdiket
ku em li ser riya we
bisekinin…
Ji bo silava çavşînê
gav bi gav
bi xwe mêze dikir û dikenî
hunguv dirijand ser wê kenî
û dikenî…
bi rastî îro ez gelek
kêfxwaş im
aştîperwer im
nesax im
dor xwe dinihêrim
ne bêhiş im
ne jî şaş im…
Sereka rindan bi dizîka
xeber şandibû û digot:
Evîndarê te me
bi eşqa dilê te baş im
kêfxweş im û dikenim
bi rastî
ez dijîm
ne bi qehr û ne bi kîn im
ez mîna wê xeberê dibêjim
serekê leşkerê evîn im .
Heleb 1994
WERE.. WERE
Tu mîna çemayî
dil dide
can dide
bersiva evînê dide
evînek baş û xweş
dahînek bêhember e
kaniya te pirs e
belê kenara te
bersiva fêdayî can û qurban e…
Dîtin û nûr e
tu çem î
Çiya, gelî û deşt welat î
tu hêviyan belav dikî
herdu kenarêd xwe
ne hîm û ne zinar in
ne siwarên koledaran in
nabin bend û gol…
Tu diherikî bi şev û roj
havîn û zivistan
li hember neyar û dostan
tu zarxweşî, nermikî, comerdî
û şoreşgerek pir caran jî sertî
zalimî
belê xortî…
Tu çem î
di riya te re min nas kir
diz û keleş û genî
te bi min naskirin da
Mesîh û Şeytan
dev û ziman
qêrîn û serhildan
şer û berxwedan
ger nexweş bibim
tu derman…
Tî me
tim ez tî me
nûşist im..
agir perest im..
ketim bextê te
tu kaniya jîna minî
rehîm î him kafirî
jîn di navbera gel de ye
te ez hîn kirim rastiyê
di riya te de min jiyana xwe
nasdikir
ax, zad û geya
tu jîna min î
bêyî te ez bêkes im
were.. were.. were…
1987
HÊVÎDAR IM
Tu rojhilat î
dîrok î
rengîn î
buhara hezar salan
çav li rê man
bi derd û kul û xem
di buhuşta bax ê îrem de
navdar û bi deng in
şah û leşker êriş kirine
di qîl û qala cejn û cengan de…
Tu tim serfiraz î
şox û şepal î
tu xewnî
serek û qumindar î
kes nikare bigîne dor
qesra te..
tu perestgeha gel î
qehremana berxwedana Kurdayî
hezar sal derbas bûn
di bindestiyê, şoreşê û serhildana xwînî de
bi eşqa welatperwerî
diz û keleşî
sipî û reşî
îro li dor xwe dinihêrin
roja felat û xebatêye
dibistan, kovar, pertûk
dîroknas û helbestvan
li dor te kom dibin
digrin govend û dîlanek fereh
sîmfoniya serbilindiyê, azadiyê
bi hemû zimanan belav dibe
dîrok ev e…
Millet dihelin û winda dibin
lê belê em dimînin
mîna Agirî, Sîpan, Xelat û Hemrîn
serbilind in û namirin .
1982