BUHARA DIL

BUHARA DIL

Xerbî, xunava buharê

buhar xwastek û hêvî ye..

Buhara dil

sitranekê dike gazî

êşek û zivistanê

dike tar û mar..

Buhar e

gul in, yasemîn in, fil û binefş in

derya hişîn e, deşt bi genim û ciheye

çav zewq e.. dijan e

di nav pêlan da

dil hêvîdar e

genim û cihe

destpêka cotariya be.

WERE

Ana ew çiya

bi mij û dûman e

roj merhem e

bad derman e

dar silavê didin ezmanan

sitêrk dibarin

xunav e…

pelên şiqinan fît dikin

bilûr û keman e

tembûr û sitran e

dil şaş e bêhiş e

geh bi qehr e, geh geş e

diaxife bi zimanê evînê

bi hiqd û kîn e

geh Zîn e, Edûl  û Şêrîn e

dil har û dîn e

dil heftê sal da şûn xwe

Bixwîne:  YAR Û KANÎ

heftê sal derbas bû

bi hesret û nalîn

bi girî û şîn

bi şahî û şadimanî

geh Mem bû, geh Siyamend bû û Dewrêş bû

heftê sal e li benda devê deryê te me

di bax û bîstanê Eşqê da

bilbilê şadayê te me

rêk û benda te dinihêrim

diaxifim

Were dem ew dem e.                 17-2- 1995

KOÇKIRIN

Gav bi gav..

jîna min digihe koçkirinê

û êşeka min jî..

ji berî ku em dûr bikevin

ji hev re bibêjin

çend gotin ji te re…

min pir hez kir

îro jî pir hez dikim

lê koçkirin dereng nabe

êşeka min xelas nabe

êşek çi ye?

çi ye eşq?

Dengê kemana nîva şevêye

Bixwîne:  CÎHAN

seet sisê şevê ye.

NAS BIKE

Nas bike.. gundan..

nas bike.. çeman û newalan

tev nas bike

nas bike.. deşt û çiyan

nas bike..welatê xwe

gund û şar

derdora xwe

nas bike..bi mêvandarî

bi ciwanmerdî

nas bike hemû kesan

nas bike..  gelan

hez bike ji aştiyê

bimîn însan

nas bike..

gelan, welatan, hemû kesan

binivîsîn dastana azadiyê û serhildanê

bi çav û destan

û romanî

naskirin

xweş dike zimên

xweş diafirînin û lihev tînin

gotin û şoran

nas bike..

nivîskaran, hozanan

torevanan

nas bike

cotkaran.

ÎRO BAZAR E

Îro bazar e yekşem e

dinivisînim..

êşek û jana dilê min

avdana bîstanê gulên min

guhdarî me li deng û peyvandina we

dijwariya dê û bavê bilbilê min..

Mamostayêd min ên heja

Bixwîne:  HERIN

em jî bibêjin helbest û çêrok û derewan…

dil şaye..

hişyar û agah e

mîna Cîgerxwîn dibêjim

kî me ez?

Bi hêdî hêdî bi lez bi lez

lê hêvîdar im her kes

roja welat hildayî ser çiyan

ronahî belav dibe

li dûziyê û deşt û çiyan

kî me ez?.

JÎNPEREST IM

Jînperest im

dinoşim mey

ji lêvên te yên sor

bi birîdarî

evîdarî

fireh bûme…

Dibezim..!

bi nalîn û hawar

bi nalîn û keser

nexwaş im

derman dixwazim

rev bi rev min koç kirî

ji ber jana di dil da

an ku bejna te nirî

gul peqîn ser mil da

heq û maf nîn e ji min ra

ez kuştîme ji te re

ji pê heyanî sera

bo sedema di dil da.