ÇEMÊN XWÎNÎ

ÇEMÊN XWÎNÎ

Çemên me zor girî û nefrîn e

çemên me xwînê diherikîne

ji serê çiyan dadikevin bîstan û deştan e

dil û ax û hêstir û nalîn bi hev re diherikîne

ji ser çiyan dadikevin newalan

ax û ax …

Bûka delal bûka me

bûka dil û can e..

destê xwe dide çiyan

Bixwîne:  YAR Û KANÎ

dide tiving û rextan

destê xwe nade neyaran

wek tavekê, porê zer û sor

guliyên keçên Kurdan

geriyan li hawîrdor

bi serê sungiyên mat û selmanan

girî û hûstirên dergûşên Kurdan kurê Kawa…

Bûka delal bûka me

bûka dil û can e..

destê xwe dide çiyan

dide tiving û rextan

Bixwîne:  ŞIYÊ

destê xwe nade neyaran

çavêd pir paqij ketin binerdê

tev bûn gul û kulîk vê adarê

çavêd pir hêja ketin binaxê

tev bûn gul û kulîkên dema buharê

gule barandin

kuştin meriyên hêja

xwîna wan sitrandin ser rûkê qadê

gule barandin…

xwîna wan sitrandin ser rûkê erdê

                                         1990           

Bixwîne:  BÛKA DELAL