LI SER ÇEM Û ÇIYAN

LI SER ÇEM Û ÇIYAN

Rojekê te bi min re got:

Xeber bide çiyayên bi nav û nîşan..

bi çemên ji erdê de ber ezman de dikin xiroşan..

Agirî û Îhsan Nûrî..

ala kurdan şahînşahê çiyan e

Ararat serbilindê Kurdaye

Kilîmencaro û Everist e

Xelat û Sîpan şoreşger û bindest in

Cûdî û Bêxêr sekran û mest in

Bixwîne:  DIYA MIN

kulîk lê vedibin xwîn û sor in

bi rengê xwîna şehîdan e

ji tofana Nûh û vir de

ne Holako û Cengîz e..

me ênca qurban nedane

pûtên rebanî bi destên hunermendan e

silav dikin li sitêrkên azman e

li ser Cûdî hay û hoye

qal û ceng e

çem tîr in Dicle ûreûr e

Bixwîne:  KILAM

li Kurdistanê

lê ji bo çi melûl û xemgîn e?!

li Eyndîwara xopan meyî ne

bêdeng e, nexweş e ne hişîn e

matreng e, xemgîn e, ne geş e

çiyan hemû kal bûne mîna

Bêxêr û Ebdilezîz

kevok lê dixwînin

bi hesreta hezar salan

kevnar in hîm û zinarên wê

li dorê heye deşt û çol

Bixwîne:  FÎRAQ

ne meydana cirîta hespan û egîdan e

di qulan de roviyên nav rezan e

heyf û heyf.

1990