WELAT Û HELBESTVAN
Berf bû!
Baran bû!
Rojek ji rojên îd û cejnan bû
Erd dikenî
Erd didagirî
Ezman bi ziman bû
Dil bû..
Çav bû..
Ziman bû..
Dil bi birîn
Çav bi ronahî
Ziman bi deng
Sîng teng
Ling bi derman bûn
Xebat û serazadî
Xort û zarok
Welat û xurbetî
di dilê min da mîna kulîlkan
di ezmên da mîna sitêrkan
vedimirîn û vedibûn
li ser riya xebatê
cihan bû
Mem bû
Zîn û Xec bû
Siyamend bû
Û ez bûm…
Helbestvan.
BÎRANÎNA EHMEDÊ XANÎ
Cana..
te rojekê bi min regot:
xeberê bide çiyayên
bi nav û nîşan
û çemên rengîn!
Cana..
bi xêzên zêrîn hatin nivîsandin
Dêrsim, metîn û Hemrîn
Agirî, Îhsan Nûrî
Şehînşahê çiya ye…
ala Kurdan girt şûna rojê
li wê derê
roja Mîdiya û azadiyê
Ararat, Everist û kilîmencaro
ya Kurdan
pir bilind e û rind e
serbilind e taca keye..
ber bi rojê serî hildaye
Xelat û Sîpan
welatê şêr û pilingan
Şoreşger û mest in!
Şengal guhê bayê Almemedê
fesad û mizawerê bindest e
Codî û Bêxêr sekran in
kulîlk lê dipeqin xwînî ne
sor .. sor dikin
bi rengê xwîna şehîdan e
ji tofa Nuh û virda
ne gûna Holeko û Cengîz
me anca qurban neda
gund şewitandin
li ser pê sekinîne
silav didin sitêrkên ezmana
Codî îro hay û hoye
qîl û qal û ceng e
li dunyayê dayî deng e…
Çemê tîr, Dicle ureur e
li erdê Kurdistanê
lê bo çi Mekk e, hezîn e
li eyndîwara xopan
meyî ye, ne geş e, bêreng e
ne hişîn e, matreng e, nexwaş e, xemgîn e
dastana nehsed sîh û heftan
Dêrsim û Paloye
Seyêd Rizayê
namdar û qehreman e
Bêguman
di welatê me da
çiyayê Dêrim rê neda
neyara di umrê xwe da
weqor e
tim bi nor e
guhî nur e
Cana..
Guhên welatê min hene
hinek kol bûne
Ebdilezîz, Bêxêr û Şingal
kevok lê dixwînin
bi hesreta hezar sala
kevnar in hîm û zinarên wan
li dora wan deşt û çol e
ne meydana cirît, egît, nijdî û hespan
ne sekman ne xoret bazdidin
û meydana bazdanêye
ne hîrhîra Bozê Rewan e
di qulanga razanê
heyf û heyf
Cana..
Te wisa digot:
Xeberê bide çem û avê
welatê min dewlemend e
bi çem û av e
Zab û Aras e
Murat û Ferat e
Dicle û Xabûr e
Efrîn , Ceqceq û Ava Reş e
hemû çemên din
diherikin bi şev û roj
bi gol û gujguj in
li dor wan dijin
belengaz û gernas û serfirazan
mirovên xudîxencerên zîvî
û şûrên kebze Lahûrî
û tivingên sedefkirî
parastina gel û welat
dane ser milêd xwe
heyanî mirinê
xudîkeriyên kar, berx û miyan in
tewla nijdiyan, qeterêd hêştir û devan e
mêşên hinguv
deşta bi pembî
hêrên rezan
aramgeha çeleng û xortan
qêrîn û sazên
keç û qîzan…
Cana..
Gol hene…
mîna gola Wanê
li vir Temara qîreqîr e
deng dide çiyayên Zagros
li Kurdistana Îranê..
welatê min û te Cana
Semîr Emîs û Roksana
bi dil ve girêdayî ne
serê xwe danîne ser
Mihabad, Kirmanşah
û Senendacê
Cana..
Kerem bike..
ana çiyayekî heye
serbilindê hemû çiyan e
li Beyazîta rojhilat
jê ra dibêjin..
Ehmedê Xanî
şaîr e, hozan e, sultan e, şorşêrîn e
suxenden û welatperwer e
siya xwe dayî ser çar koşên dinê
bajar, gund, sûk û badistanan
li Kurdistanê
li sîngê wî çiyayî dikele kaniyek
jê re dibêjin..
Zîna zîndan
îro em dixwazin diyariya wî belav bibe
bi hemû zimanan
lê wê bîranînê
Datntê,Hogo,Haynê Kurdayê Xanî
şaîrê hemû gelê ku li cihanê gotiye:
werin bibînin, mêze bikin
çiya û gund xemilîne bi gul û xwînê
xwîna gelê bêxudan.