EZ HEME

EZ HEME

Ez heme

mafê xwe dixwazim

ew welat e

di xerîtan da

ez tune me…?!

ez mirov im..

dilivim..

perçe perçe belav dibim

Ez welat im..

hûn çi ji min re dibêjin

bibêjin xem nake

ez welat im

zimanê dê û bava me

ez tim hebûm îro jî heme

siba jî heme.

BIBÊJE KALÊ HELBESTVAN BIBÊJE

Bo çi xame êriş kirî rewan e..?

dil westiye neyî can e

salan talan kiriye xan û man e

buhar boriye havîn çûye

zivistan zeman e

dor te deşt û çiyaye

yardima piling û şêra

Şengal e, sindîgan e

bax û baxçe û hemû daristan e

şiyar bûye dil dîsa cobar e

hay û hoy dîn û har e

tu serek û serdarî

nav leşkerê xortan û xoban

belê te ji bîr kirî

zor û renca salan

sitûxwar î tu

piştqorikî tû

destên te diricifin û dilerizin

Bixwîne:  ASYA

belê çavên te li ezmana û efeleka

dibînin dem bi berq û birûsk e

bextê miletan serî rakiriye vê carê

pîşê vekiriye şûn da nare

hemû gelên te bûna xûşk û bira

pismam, bav, ap û hîn di ser ra

bi aştî bi yekîtî

bi welatperwerî

dest dane hev

dixebitin roj û şev

xameya te bila dilan şeke.                     Heleb 1994

ROJNAME

Ji yekê mehê heyanî sîh ê mehê

Îro yekê heyvê ye

xwarina mal û zarokan

bila goşt û becanên sor û bextenîz û mey be

bila bûber û dew jî hebe

li dor sifrê bicivin

bi ken û şahî

Îşe û dilxwaş û ronahî

Ehmed û Ferhad, anê û keça cengî

zirçayî dikele

tirî jî hebû..

belê…

Pêncê mehê..

gêrmiya burxul dikele

Bixwîne:  BO ÇI DIL WINDAYE

li tev nokên kelî

û bi ava goştê qop..!

di ber gêrmiyê re jî

îsot û seletê xeyaran û becanên sor

kêf temam bû

nan jî sipî biraştî bû

xwarin derbas bû

bi şox û ken û aştî..

Diwanzdehê mehê

bavo rabo ji xew

sibeye derbasbûye şev

cilên xwe dan ser milên xwe

û da riya şuxilê xwe

Anê got: ka te xerciyê me xwarinê neda?

Mêr: got: de bine ka çi heye..?

şorbenîskekê, gêrmiyê, zeytûn û pîvaz

şorbenîsk li gewriya zarokan bû hîskehîsk

têr xwarin û çûn lîsk…

Rojên dawî ji heyvê

derbas dibûn bi hevîr

çîg û danik

bi qatmer, geya û tirşik

heyanî hat serê meha nu

bavo hat bi rûkî geş

beriya xwe bilind

destêd xwe wida tûrik

goşt û fireng, xwarin û şekir

zarokê wî yê mezin û keça wî ya mezin

Bixwîne:  ANA

hêdî hêdî nêzîkî bavo bûn û gotin:

Perena bide me bavo..

Bavê got: ev çi deyn e..?!

Zarokan got: me kirîne pirtûk û kovar

xame û defter

Me çend kaxez jî dane hevalê Rêzan û rêhber

Bav kenî….

Xwasteka wan bi ci anî

û pere kirin pença wan.

KILAMA YEKÊ GULANÊ

Yekê gulanê

berbang e..

Ez ji xewê qetiyam

bi aletirîka sor

bi ken û dilşa

derxistin (dest xwastin)

ji mala me

reviyam derve

bi cerge six

bi hezaran kilam

îro em îdê dikin

dimilmilin û dihejin

beyraqa sor

bi me ra tên

kas dibriqe

roja zemanê me

şefeqê dide

eşqê dide

bo şahiya me

deha zeha be

bi dil e eşq

bi hev ra em

bi dilê vekirî

pêşda diçin

selam umir ji te ra

xweş buha.