HELBESTVANO BIBÊJE
Bo çi xame êriş kirî
û tim rewan e..?
dil westiye.. neyî can e
salan talan kiriye
xan û man e
buhar boriye.. havîn çûye..
zivistan zeman e
dor te..
deşt e, mêrg e
çem û çiyan e
Yêrdima piling û şêran e
şengal e, sindîgan e
bax, baxçe û daristan e
dil dîsa şiyar bûye
cobar e, hay û hoye
dîn û har e
tu serek û serdarî
di navbera leşger û xortan de
tu çeleng î
ji bîr neke
zor û renca salan
sitûxwarî tu
piştqorikî tu
destêd te dicurifin û dilerizin
Belê cavêd te li felek û asîman e
dibîne dem bi şewq û birûsk e
îcar bextê milet serî hildaye
pêşî vekirî
paş de nare
bi aştî û welatperwerî
dest dane hev..
bi roj û şevan xebat kirine
bila xameyê te
dilan şa bike
helbestvano.. bila dilan şa bike .
Heleb 18 1 1995
JI BO ÇAVÊD TE
Dilê xemgîn dîsa
bêhiş û sekran e..
derketî ji hundir min
û dike ger û seyran e..
bajarê eşqê mizgefta wî ye
Mihraba xwe bejn û balava te ye
tu hey î û li ser zemîn î
pêlên behrê
zinarên çiyan
qiraxên çeman bi te
deng didin..
dikin qêrîn û fîxan
tu xwediyê hemû kesan î
Manîfêstoya eşqêye nirîna te
tu Olîmp î, Qaranax î
Mabad û Hîrem î
bax û Îrem û Buhşt î
tu kilîta kenz û xezînayî
Salomî, Îzmereldayî gel î
te hiş nehêştî di serê min de
di deryaya dil de
pêlan da ser pêlan hilda
bi şahî û şadîmanî
te çav kil da .
1982
BÊ WEDAA
Tu bayekî dîn î..
bi kul û birîn î..
bi nav bax û bîstanê evînê ketî
bejn û balava tenik û dirêj
tev bi hulm û bîn e
tu leylana temenê min î
germ û jîn î
tim şêrîn î
tu baqil û hem dîn î
gul û yasemîn
fil û nesrîn î
sitriyê reş
êşek e, min dêşîn e..
Bi kêfxwaşî
xwatirxwastin heye
çûndin.. neftilîn
fitilîn û nedîtin heye
ev jîn rast e
derewîn e
dîtin û rewşeniye
ji dûr ve tê
xem û kedera dilê min
ger bişewitim jî
hesret e
keser e
xwatirxwastin a min e
rast û muqeder e
zivistan û buhar e
nabim dost li her dema
ger tu ..
ger ez ..
bes e here bê wed’a .
1985
GOTIN
Ez teyrek bûm
li ser pîkekî darê nûştibûm
min li dor xwe dinihêrî
awciyekî li min xist
ez birîn kirim
nikarim bifirim..
Ev hezkirina gelek bi tirs e
here xwe bighîne pîk dûr e
di ser wê kopriyê re derbas bûm
basikên min şikestin
nikarim bifirim..
Ez çi bikim?
kuve herim?
dilbirîn û bi birîn e
çav bi hêstir û girî ne
ev hezkirina gelek zor e..
Şev dirêj e
rêk jî dûr e
basikêd min şikestî ne
dil birîn e
ji sibê heyanî bi êvarê
ji rojhilat heya bi rojava
serê xwe min dayî nav destan
dibêjim bi xwe re
gerek
em bihêlin ciyê silavê
gerek em bernedin
welatê dê û bavan
ciyê gil û gazinan
ji bo birînek dilan
tu dixwazî ez bidim te
xebata salan
ronahiya çavan
welatê jêrîn û jorîn
biçûk û zeriyan
pîrek û kalan
ger tu bi wan jî nakî
ez ê xencerekê deynim ser dilê xwe
xwîna xwe birjînim
mîna geliyan
ji min re nebêjin
ew şor û gotinên ne baş
ez dizanim derdê me gelek giran e
wek derdê Zînê û Memê Alan e
yan jî wek yê
Siyamend û Xeca Mama ne .
1985
HIŞYAR IM BO TE
Li dor min
kevir û dar in..
ruyên keç û zarokan
û sitêrk li ezman in…
Li dor min..
çav û lêv
dev û ziman in..
Haye, hoye…
qîl û qal e…
sînorê welêt di kûraniya dil de ye
deryayek reş û tarî
deryayek sipî
çalak li ser zemîn e
qûm dibare
çiyayên bilind, li ser berf e
li êtekan
gul û yasmîn, fil û corî
dikenîn li buharê
xaka welatê min
ne bes çiyaye
deşt û mêrg û çem in
li ser zemîna te
buhuşta demokratiyê û gelperweriyê ye
hezkirina mirovatiyê
biratiyê, xwandevan û rewşenbîriyê
destgirtina xebatkariyê
civîn û evîn doza me ye
kêleka golek û golan
çem û gund û kaniyan
em bigrin şar û sitesyona
Bila mirov li şar û gundan bijin
bila ji hev hez bikin
hevdu hembêz bikin
bi biratî, hevaltî
keç, xort, kal û pîr
ji bo te
ey welatê min
welatê Kurd û kurdan
ne bes welatê
axan, beg û mîran…
Agir di navbera me de tercûman be
soz û peyman
em bêdeng û reng man
em hezar salan
êsîrên zîndanan in
mîras ji me re dima
ji bav û kalên me de
îro li dor xwe dinirim
hemû tişt nu ye
sitran û mûzîk nu ye
qêrîn û bangîn nu ye
dem nu dem e
ti caran ez xew nakim
hişyar im çav vekirî me
bi zanîn bi helbest
bi kitêb û pertûk
bi hunermendiyê
û pêşmergetiyê
li benda rojên rewşenî me
riya te dinirim Amedê zor e…
Herwiha..
Amûdê, Duhokê, Efrînê
Bajar bi bajar
gund bi gund
cotkar, karker û effendi .
1992
RONAHÎ
Helbestên min hene
ez hunermend û hozan im
ji nav hîm û zinaran
hatine der..
Lihevgiha mame
nêzîk e
riya xebata welat
xweş e
delal e
azad e û bilndiye..
di navbera me de
ne bêşa koran e
ne kîn e…
Pir dijwar û dilsoj im
li ber qedera miletê Kurd
yekcaran qels û bêzar dibim
belê evîna min mestir e
geş û ronahiye…
Em pir hêvîdar in ku
di navbera me de xwîn netê
rijandin
berê bû ev ji destêd peyayên
qels û wêranker
me welat winda kir
Lê îro em derin asîmanan
belê..
hemû geş û hêvîdar in .
1992
HÊVÎ BUHAR E
Sibe buhar e
xerbî xunav e
buhar hêvî û xwestek e
sibe buhar wê bistire
êş û jana zivistanê
tar û mar kiriye
can û dil
giraniya xwe dayî ser mil
lê xem nake
çûnkê buhar gul in
yasemîn in
binefş in
deryayek hişîn e, keskahiye
deşt bi genim e
dil hêvîdar e
îsal nan pir e
deştan genim girtiye
û dilê cotkaran şa bûye
dilê min jî bi hêvî ye .
1976
SERXOŞ IM
Ez aşiqê te me
bellora kitêb û pertûkan
li ber endama te
dest girêf disekinin
bi evînek sipehî
evîndarê te me
bellora kitêb û pertûkan…
Tu zendavistayî
sedsala bîst û yekê
zimanê şoreşê, çapkirin
û weşana gel e
nîşana tore û zanînêye
ez rewş û rewşeniya dêmê te me
Bi hulm û bîn, kulîk rengîn in
ez aşiqa kitêb û pertûkên te me
ji bo vê yekê jî
serxoş im .
1994