KÊFXWEŞÎ
Rojperest im..
Qurbana dergehê te
Rojhilat im..
Ger tu çiyayî heyranê hîmê te û lat im
(muinisê) kul û derd û eşqa te me
Şehsiwarê evînê me
Ez disojim herdem..
Herdem im..
Diguvêşim dilê xwe
Di navbera destên we de
Gavên min westiya ne
Li ber qiraxên deryaya wesfa te
Bêreqs û bêmey im
Xerîb û mehcor im
Xemguzarê te me…
Bayê firaqê dame ber xwe
Seyran dikim rehguzarê te me
Meclîsa me bêsaz û mey…
Rencur e dil
Vemirî roniya çavan û winda bû
Jîn û vîn e
Mizgîna te bangenavê welêt e
Dixwazim li ser şar û gundên te
Destan vegrim, bicivînim azadî û serbestî
Şevên reş bêne civandin
Welat xelas be ji dest mişk û kundan
Ne ferman û ne zîndan
Gel lê bixwenda bi şadî
Ev kêfxweşiya helbestvana bêguman.