BÎRANÎNA MEMDÛH SELÎM
Asîman reş û belek e
Bayê evînê diherike
Dunya qulabtîne felek e
Bi mirovan dikene…
Çiya bi mij û dûman e
Milyon însan li dora min e
Ez hest nakim
Dor min çol û beyan e
Dixwînim Mihemed Ozun
Nivîsandiye…
Romana siya eşqê
Jîna mamosteyê delal
Memduh Selîm
Jîn, jîna min e
Îş, meş, ger, xwendin , kitab, berhem, pirtûk û kovar in
Porê veşartî
Helbestên ji dîroka zalim û xwînxwaran
Jîna min
Deng û nirîna min
Yar û dost û hevalên min…
Mihemed ozun di bîranînê daye
Entakiya, Qirqxan
Partiya Eyobiyan
Koçîk Axa
Sadêq Madînî
Salên Sitembolê
Kovara çînê, qerara îctihadê
Kanî şûrê me yê mezin
Ebdellah Cewdet…?
Ozun Mihemed ji bîr kirî
Nahîde Balcî
Bo çi ala me bê pasport e..?
Bi pasporta Tirkiyê, Îraqê, sûriyê, suviyêt û Îranê
Em diçin derve..?
Li ser çayê Agrî Iskender beg
Memdûh Selîm ê me bû
Iskenderon, Entakiya, Qiriqxan û Extepê
Paşê Heleb, Dêrezor, Deraa û Şam
Qedrîcan, Qedrî Cemîl Paşa û xuyabûn.
1994