BIPARÊZIN

BIPARÊZIN

Ana pişkuftina gulan e

Bilbil şeydaye..

Diyariya buhar û xortaniyê

Dunya şêrîn e

Ez êvîdar im ku xewnên min şiyar û hişyar bibin

Li ser baskên başûqan!

Biparêzin…

Sitêrk belav bûne

Li asîmanê rengîn

Çavên te di nav sitêrkan de çirûsk e

Winda ye mîna dilê min

Te ev dila firand

Buharê şadîmanî û baran

Bixwîne:  DÎWANA SERDORA JIYANÊ Hamêd Bedirxan

Rojê hildayî serê çiyan

Çavên reş û belek

Hey felek

Biparêzin..

Ji vê baranê noş bikin

Rojên nêzîk zarok û keçan biparêzin

Guhdarî bike..

Evîndar im.. birîndar im

Heftê salî me

Bi dost û bi yar im

Helbestvan im bêkar im

Serbilind û azadîxwaz im

Belê ne xwînxwar im

Aştîxwaz im

Bixwîne:  EZ HEME

Li ser sînorê Ecem û Êreb, Tirkan û Ermeniyan û Qozaqiyan

Qêrîn awaz e

Hay û ho û ceng û qîl û qal im

Bi tarîxa xwe r hemsal im

Tim agir û pêt im

Ziman perest im

Bêhiş û mest im

Siba xudiyê erdê xwe me

Îro bindest im

Lê siba serbest im

Bixwîne:  NEWROZA XWÎNÎ

Hêvî li ser hêviyan

Rojhilat û başûr

Rojava û bakur

Dengê bilûr û tembûran

Buhar hat.. xilmaş nebin

Şiyar bin û biparêzin.