LI BER DERGEHÊ SALA 1996 Ê
Nêrînek..
di navbera çar dîwaran de
mîna çiraxek ronahiyê
welat bûye hesret..!
tim ne gulistan û bax e
dil perçe perçe bûye
li nexweşxanê bi xwîn e…
bi textîta nesax e dil ..!
Lidor xwe dinirim
geh pir baş e, geş e bihar e û geh zîndan e
şevek reş e, zivistan e, şevek sar e
deşta xeyala min pir fereye
Bozê Rewan li çargav e
bengela şûr valakirî ye
Mem şehsiwarê Bozê Rewan e
Hesen û Çeko qîreqîr û awaz in
didin mizgîna aştiyê
awaz awaz e
dor wan paqij û belengaz in
pir gund şewitîn
lê dîsan dar û rez razane
Kurd zanaye
rojên şadî mîna sitêrkan beyan in
Ji hemû çavan ve eyan in
dor xwe mêze bike helbestvano !
kanî..
Pêremerd, Hecî Qadirê Koyî, Hejar û Goran ?!
Mişê Bekaborî ?!
kanî perestgeha Laleşê, Siyamend û Sîpan?
kanî Serê Kaniyê (Kefircennê)?!
kanî hevalên serpolat…?
ka serhildan û xebat…?!
Salan pir tişt birin
veşartin û çûn…!
lê belê sala nu jî hat
emê çavan bikin çar
çi ji me re bîne..
çi ji me dixweze…?!
Hiş û jin bira qurbana te be
welatê min î dela û şêrîn
bila tim hebe.
13 12 1995