BUHARA HÊVIYÊ
Siba buhar e
xerbî xunav e
Buhar xwastek û hêvî ye
êşek û jana zivistanê
tarûmar kiriye
can û dil e
giraniya xwe
dayî ser mil
lê xemnake buhar e
gul in yasemîn in fil in
benefsec in
geya ye, hişînî û keskayî
deşt bi genim û ce ye
dil hêvîdar e
îsal nan ê pir be
genim deşt girtiye
cotkariye.