YAR Û KANÎ

YAR Û KANÎ

Lêvêd arî û agirî

di cem min re neborî

hêv ji ava te vedixwe

bextê te xilinc bû

ev zivistana te bû havîn

çawa ava te mîna berfê

germ ne bû?

ne kelî?

Lêvêd wê şêrînê tev bûn agir

agir heye..

heye kaniya avsar

min lêvêd xwe yên agirî

dînan ser ava te

ma çawa tu yê germ nebî?

ma çawa tu yê germ nebî?

zinar.. zinar.. zinar in…

Pêş û paşiya vî welatî

li boyî vê gotinê heye

dibêje li ev der

pişta xwe bide vî zinarî

zinar.. zinar

ji me re gelek sîper bûn

di şer û cengan de

Bixwîne:  HETAWÎ KURD

li hember neyaran

Zinar.. zinar .. zinar in…

Pêş û paşiya vî welatî

rojekê me bidîtiba ah û ahî…

zinar ji ser sîng û seriyên me hilhatî .

                                          1979

LI  SULÊMANIYÊ

Li Sulêmaniyê

li meyxanê

li meydanê

vexwe.. vexwe.. noş.. binoşe

heya bi sibehê

mey..

mey..

noşe noş

vîn serxoş

dil jî boş

li meyxanê noş

hinek dikenin

hinek digrîn

hunermend î tu

tembûrvan î tu

qîr..qîr

qîr derê dengê te

vexwe.. vexwe

sibe hîn dûr e

birîn kûr e

Bixwîne:  ME NIZANÎ BÛ

li meyxanê civîne

koma hunermendaye

ne baqil e .. ne hişyar e

belkî dîn e..!

dema tu ji xew rabû

min bibîne li cem xwe

ti pirs namînin

bersiva jînê

dîtina te ye

dide xuyakirin

gava ku tu ji xew

hişyar dibe

bi şahnazî heyîna gel

pêşengî alemê bike .

                           1985

WELATÊ MIN

Welatê min dewlemend e

bi çem û av e

zab û Murat

Firat û Xabûr e

Belîx û Çexçex e

Xabûr û Aras e

li dor wan dijên

belengaz û gernas

mirov segman in

xwediyê çek û xencer

xwedî tiving û egîd in

Bixwîne:  LI DOR TEWLÊ (sifrê

ava çeman tena mirov dişkîne

mirov hemû xwedî pez in

bi mêş û hunguv

bi tewla nejdiyan

bi keriyê kehrik û miyan

govendên giran

li ser çeman û av li golek û golan

pêla ava behra Wanê

şahîda zeman e

ax “Tamara” çeleng

silavê dide Zagros, Semîremîs û Roksana

ger tu hîn bîra çiyan û çeman dikî

cana..

çiyakî heye

serekê serbilinda hemû çiyan e

li Beyazîdê

jê re dibêjin

Ehmedê Xanî

hem şaîr e

hem sultan e

xudanê gotinên şêrîn e

suxendene

siya xwe dînayî ser çar koş ên dinê

ser çar perçeyên Kurdistanê

di dilê vî çiyayî de dijî

dîlber

Zîna zîndan e…