XWARKIRIN

XWARKIRIN

Xwe dameriqîne

evîndara min

heya ku firtene derbas dibe

qasî ku min xwe xwar kir

pişta min bû kevan

kengî dem ê te têra xwe bavêje..?!

Dirêj bike destê xwe

pençek ard bibîne

xwe dameriqîne

evîdara min

qasî ku min xwe xwar kir

pişta min bû qentere…

kengî demê tê di bin re derbas be

Bixwîne:  BÎRANÎNA MEMDÛH SELÎM

biceribîne hîngê xwe

hesin dilive qet

xwe dameriqîne

evîndara min

qasî ku min xwe xwar lir

pişta min bû îşareta pirsê…?

kengî tu yê bersiva min bidî..?

ka kengî çepik ê pir li hev bikevin..?

dema bapeşk, firtene û tofên êriş kir

tu sebebî…

xwarbûn bûye qanûn

sedseha.