ME NIZANÎ BÛ

ME NIZANÎ BÛ

Xewnek şevan bû

Tê de kilam, mûzîk hebûn

Weha ez tenê bûm

Bihar bû, çawîr û çîmen bû…

Kulîlk bûn..

Asîman bû..

Bayekî hênik ji deryayê dihat

Ez bi tenê bûm..

Dem xweş bû

Tijî bû.. boş bû…

Bejn û bala tenik û dirêj…

Çavên kildayî…

Mil textê rewan bû

Dilê min siwarê zemîn bû…

Lê me nizanî bû

Rojekê cudahî dê hebe

Ew li vî aliyê behrê

Ez li aliyê din…!

Heyran heyran…!

Me nizanî bû…!

1994

DINYAK MIN HEYE

Çînçîn in, hechecîk in…

Gubelek û şehlûr in…

Bilbil in…!

Beybûn, gul û binefş in

Zarok tim li dora min in

Bixwîne:  ŞIYÊ

Dinyak min heye

Gelî û newal in…

Çiya, deşt, beyaban û çol in

Derya, çem û gol in…

Karbidest in, sehsiwar û egîd inserbilind in…

Xwedîkar inne vala û tiral in…

Ne destvegirtî ne

Eniyên xwe vedibriqînin…

Merd in, azad in

Xudan fikir û şad in..!

Li dor xwe dibînim

Dar û rez û baxan…

Ewrên reş û hêrên zeytûnan…

Welatê min, welatê xêr û bêrê ye

Lê tarî ye…!

Li  dor xwe dinirim !

Dixwazim rind bibînim

Karbidest in lê carcaran

Lehneta Feroon li wan dibare !

Hezar sal

Di ser me re buhortin

Û hêj em bendewar in…!!

1982

WELAT ÇI YE

Bixwîne:  CÎHAN

Dibêjin:

Welat çiyaye

Deşt û çem û derya ye…

Welat gund û bajar e

Gelî û newal e…

Serzemîn û binzemîn e

Mehdan e, zîv û zêr e

Kevir û xak e

Şikeft e…

Neqeb û berqef e…

Derî û dîwar e

Xox û sêv, gûz û behîv e

Zeytûn û fistiq e…

Bişeng û çinar e

Zevî, lat û zinar e…

Ev tev welat û welatî ne

Xak û însan in..

Bi maf in

Bi hest û xwîn û can in…!

BIRATÎ ÇI YE

Welatê min mîna xaliyek Ecemî ye

Bi reng e, bi neqş e bi çîn e…

Çiyayên me sersipî û zîvî ne

Çem û zozanên me dilorînin…!

Bixwîne:  HERIN

Bi eşq û evîn tu dibêjî: em bira ne !

Hezar sal in em bi hev re dijîn…!

Ev ne rast e !!

Şewitandina mal û gundan…

Talankirina keriyê bizin û miyan

Sêwîkirina zarokan

Bê dê û bav man…!

Ev biratî ye …?!

Gelî û deştên me bê av manev biratî ye..?!

Tu tim dewlemend mayî

Ez jî xizan û geda me!

Tu tim têr î û ez tim brçî me…

Ev biratî ye…?!

Tu xudiyê tang, top, tiving û balefir î…

Bi dest min de

Dasik û neynûk û xencer in…

Ev biratî ye…?!

Tu Tirk î..

Ez Kurd im…

Nabim Tirk…!

Ev e gunehê min….!!