HERIN

HERIN

Herin herin

Zû vegerin

Destên xwe ji min bikşînin

Ji min bigerin

Herin..!

Min ne ji bo we di vî baxçî da gul çandin

Ne ji bo we lêkirine min ev dezbend

Ne ji bo we ava kirine min ev rê û borî

Ne ji bo we rêxistine diya min

Ne ji bo we ez anî me dinê

Ev gol û çem jî ne yên we ne

Lê hûn çi sekinî ne?

Herin..?.

BAYÊ DÎN

Dilo, jaro…!

Ger tu li kêleka deryaya fikrê meyze bikî

Pêl rabûne xwe dane ser pêlan

Ewrên reş û tarî…

Bayê dîn

Diyariyên çeleng û xemgîn

Li do rte dibarînin…!

Tu sersiwara çeleng û xob î…

Cana …!

Tu di nav canan de yî

Di riya dil da

Tu Xusrew û heyv î..

Bûyîk, încas û sêv î ..!riya dil ne rast û hêsan e

Gelek dijwar e..

Bi sî ye .. bi kulîk û bi dar e …

Bixwîne:  ÇEMÊN XWÎNÎ

Rojava ye ..şev nêzîk e

Likar e.. li kar

Ku bike hawar

Hawar û hawar….!!

1984

CEJIN

Gelekî xweş in

Cejin xort û geş in

Cejin jî hene

Mina xewnên şevan ne rast in, bi tirs in ..!

Cejnin hene, diyariya dost û havala in…

Di tarîxa reş û tarî da

Pelikên ronahiyê

Bi nav û deng in !

Rustem û Kawa

Bi hezaran şehîdêd bi nav tên hildan

Carcaran di rojên îd û cejnan da !

Berf bû

Baran bû

Xem pir bûn…

Hesret û derdên giran bûn !

Xurbetî bû

Ragerîn, seyran û çerx bû…

Felek bû dewran bû…!!

1986 Heleb

HELE WERE

Bihara dilê min î dîn

Nizanim, t neyar î  ?!

Nizanim tu ji min bi kîn î ?!

Welat welat

Tu min digerînî…

Ma çima tu ne geş î ?

Bi girî û şîn î …

Carekê ji kûraniya dilê xwe li hale me mêze bike!

Bixwîne:  EZ HEME

Me ji xew rake..

     Û bilivîne….!

PIRS Û BERSIV

Ger tu pirs î

Besiva te me!

Ger tu birçî yî

Taştî, viravîn û şîva te me !

Ger tu hatin î … çûn î tim rehguzarê te me !

Ger dê û bavê te nebin şev û rojan

Ez tim heme !

Ger dinya bişewite

Hilm û bîn î tu …!

Ger tiştek nemîne

      Winda be….

Sîn û cîm î tu !

Atişperest im Canê !

Agir û lat  û hîm î tu..!

Ger ji nuva yezdan bijene ayin û dêm î tu …!

Yek wicood im …!

Ez tune me…

Ez bême tu …!!

27- 5 -1996- Heleb

RABE SER XWE

Direvim ez …

ji şoreşa kul û derdan !

dikevim bextê te

sekran û sergerdan…

Binoşim jehra evînê

Ji du lêvên piling î … binoşim !

Bixwîne:  YAR Û KANÎ

Di nav keç û bûkan da

Tu pir çeleng î !

Deşt û çiyan dinalin bi ah û zarî

Ji lêvên te

Gul, nêrgiz û fil dibarin…

Tu mina bextê Kurd î

Geh sipî û geş î…

Geh bi kul û derd î … reş î !

Geh tu dinalî … xemgîn î…

Tu serbilind î .. Sîpan û Hemrîn î

Firat, Dicle û Efrîn î…!

Rabe sere xwe dine ser sînga welêt !

Dilo ..

Biteqîne volkana şoreşê…

Belav bike agir û pêtê…!

Tu xemgîn î…

Tu Hewlêr û Şernax î…

Bi gazî ke bi qêrî ke…!

Kawa … Ferhad û Şêrîn

Ronahî û jîn

Şadî û evîn..

Hemû kes.

Dêlan û govend

Li benda azadiyê…

Celîlê Celîl û Eskerê Boyîk û Têmûr

Eliyê Ebdurhman û Ordîxan

Xelîl Sasonî

Hemû hunermend, dengbêj û tembûrvan

Li kolana Tişrîn

Li mala Naza Xelê

Gul û kulîlk

Şî ir û mûzîk…

Belav dikirin…!!