GER TU DÛR BÎ

GER TU DÛR BÎ

Ax..!

nizanim xêr e bêhiş im            

                          bêçar im

dûrbûna te ji dil re pir giran e

ku anah tu dûr bî

alem ji min dûr e

li ser rûyê berfê feq vedayî

Bixwîne:  XWARKIRIN

kurd dev vekirî mîna ejdeha

ger tu dûr bî

roj dikeve paş ewran

dilşikestî

lewre…

xwîn dadikeve ji lêvan

gel dibe mîna pezê bêşivan..

Dema ku tu dûr bî

şev tê û basik şikestî

aman.. aman…!

sitêrk didêgirîn

heyv bi birîn e

ezman reş û tariye

deşt bêjîn e..

çiya mest in..

Bixwîne:  YAR Û KANÎ

çem dike qêrîn û bêdeng e

çev tê..

ne “mezmûra”.. “Dawûd” e !

ne neşîd el înşad e “Suleyman” e..

ne nalîna “Lêrmantofa” ye

li kela Qafdaxê ye…

Belê dengê rişêşan tê û diçirîne

dîwarê semtê..

ji geliyan heya geliyên din.

Ger tu dûr bî..

zarok, kulîk û pêmpilûk

sêwî ne..

li dor çeman kes nîn e

Bixwîne:  DILEKÎ WEK BUHARÊ

ne govend e ne dîlan e

li ser daran

ne bilbil dişîqin

ne dengê basikên teyran.

Tu evîn î..

hêvî yî..

dê û bav î..

baran û tav î..

tu ramûsan û silav î…

Dûr nebe kerm bike

ez şehîdê eşqê me

welatparêz im

bi doz û xêz im

heyrana te me herdem.