FÎRAQ

FÎRAQ

Fîraq zozana dilaye

Weşana sosin û gulaye

Fîraq derd û hesret û belaye

Nostaljî ye

Hîniye

Deei û sill e

Kul e …

Fîraq fîraq e

Tirkiyê ye, Îran e, Sûryê û Îraq e

Malên şewitî ne

Gundên windabûyî ne

Derd û meraq e…

Fîraq evîn e

Şerefxan e

Ferhad û Şêrîn e

Edûl e, Zîna ciwan e…

Bixwîne:  BIRÇÎ ME

Fîraq girtina desta

û nirîna bi dizîkaye

Girtina bêdeng e

Rindbûn û çelengiya bêreng e

Ronahiye…

Eyşeşan e, Gulistan e

Diyarberkir e, Şiyê ye

Beyazît e, Wan e

Fîraq fîraq e..

Ne bi nivîsandinê

şewitandin tê gotin

Di hundirê dilan de ye

Hêstirên çavan

Windabûna dê û bavan

Goristana bêsînor e

Evîn e, qehr e

Jehr e

Bixwîne:  ANA

Sarî, deşt, çiya û dehr e.