DÎWANA SERDORA JIYANÊ Hamêd Bedirxan


DÎWANA

SERDORA JIYANÊ

Elîf diya helbestvan Hamêd Bedirxan
Elîf diya helbestvan Hamêd Bedirxan

RONAHIYA ŞOREŞÊ

Buhar hate ronahî ye

Çiyan, deşt tev xemiliye

Şoreşa me kemiliye

Werin îro cejna me ye

Bi sînor in bi al in em

Azadiye bêxem in em

Çekên me jî şûr û qelem

Werin îro cejna me ye

Porreşa min porsora min

Azadî hate dora min

Welat welat serdora min

Werin îro cejna me ye

Nalîn nema qêrîn nema

Hevalino nexin xema

Ew şeva reş li şûn me ma

Werin îro cejna me ye

Ew dil û evîna me ye

Ew hiş û hunera me ye

Xezin û hebûna me ye

Werin îro cejna me ye

Derman bûne hemû birîn

Newroza me gelek şêrîn

Xebat j me re îman û dîn

Werin îro cejna m e ye

Bedirxano kurê welêt

Bes e neyar xwîna me mêt

Bazde di ser sûra û şêt

Werin îro cejna me ye

1987

Ey kurd ji xew rabe

Bi dostanî bi biratî

Li dor Dicle û Firat î

Roj û heyva kurd hilhatî

Werin sekin dijmin çikir

Ji rojhilat heya behrê

Dûzan dabû me vê dehrê

Me çi zanî dest me here?

Werin sekin dijmin çikir

Ev eşîr, ev axa û beg

Ji hev kirin em yek bi yek

Ne pê ma ne rêhber, serek

Werin sekin dijmin çikir

Şêx û melan bi derewîn

Seyd û mîran bi zulm û kîn

Ji milet re mirin danîn

Werin sekin dijmin çikir

Ax bêbidar, bîr bê av man

Agir berdan ça û çeman

Ji nêz mirin cotkar, şivan

Werin sekin dijmin Çikir

Bese ey Kurd ji xew rabe

Bi çav girtî rê qut nabe

Zewq û sefa giş serab e

Werin sekin dijmin çikir

Bedirxano nûr belav ke

Vî miletî ji xew rake

Paşa û mîr ax û xak e

Werin sekin dijmin çikir

1975

NEWROZA KURDAN (ASIYA)

Newroz hate wek xilat e

Heyv û roja me welat e

Ji bona wî şadîmanî

Dikin kal û nûciwanî

Newroz hate ronahî ye

Di nav rojan de şahî ye

Ça bilind in bi ala me

Dibêje tim ez bala me

Newroz hate mîna Ferêt

Xort agir in keçên me pêt

Sîng bi îman dil azadî

Newroz anî gelek şadî

Wer kom bibin li dor welêt

Bes e dijmin xwîna me mêt

Ser buharê deşt û seyran

Newroz hatî ji bo Kurdan

Dest bidin hev tev jin û mêr

Karker cotkar, piling û şêr

Ji bo yekbûn ji bo zanîn

Xebatkaran newroz anîn

Tev de yek in Lûr û Kurmanc

Xebat ji me re bû armanc

Adara me ya bi dar e

Ne pir germ e ne jî sar e

Ça xemilîn kulîlk pir in

Pêmpilûk lê firefir in

Newroza me pir şêrîn e

Dijmin pir in lê xem nîn e

Li hember wana yekbûn e

Ronahî ye, reşî çûne

Keçê were dest bi min de

Bi dilpakî mestan min de

Newroz hatî azadi ye

Çi File çi Êzîdiye

Ala me ne kesk û sor bû

Derfêşa Kawa bû mor bû

Li dor Zahak gelek ar bû

Zahakê dijmin xwînxwar bû

Lê îro pir Zahak hene

Zanibin Kurd ne tenê ne

Ji Koba ta bi Vêtnamê

Hevalên me can bi can e

Newroz hate bi şîn girîn

Zanayên Kurd pir êsîrîn

Xelaskirina êsîran

Dibe bi yekbûna Kurdan

Werin pîroz bikin newroz

Bêbelavbûn kombûne doz

Bedirxano rabe ser xwe

Welat însan e ne ax e

22   7   1973   HELEB

GOTE Û MIN GOT

Sergerdan ,perîşan bûm ez

Pir bi nav û nîşan bûm ez

Kulîlka nav rezan bûm ez

Sitûxar û xizan bûm ez

Pêlan dan ser pêlan hilda

Bar giran bû li ser mil da

Birîna min hebû dil da

Sitûxar û xizan bûm ez

Min berda çiya, deşt û gund

Dil paqij û serî bilind

Nav dinê wek feqîrê Hind

Sitûxar û xizan bûm ez

Min dît germ û serma cîhan

Dil evîn bûm wek behra Wan

Xwedî qesr û mal, cah û xan

Sitûxar û xizan bûm ez

Aramgeha xort, dengbêja

Serdarên navdeng û hêja

Ez wek kewê di nav heja

Sitûxar û xizan bûm ez

Di nav xoban roj û hêv im

Belê xwînxwar im wek dêw im

Dil bi qehr im, jehr û lêv im

Sitûxar û xizan bûm ez

Welatê min asîman e

Sêrek rind im bêgûman e

Şehîdên me li şûn mane

Sitûxar û xizan bûm ez

Bedir im ez, Bedirxano

Çayê bilind ser dûmano

Bêdîn û şans agir cano

Sitûxar û xizan bûm ez

1984

SILAV LI WELATÊ MIN

Deşt û çiyan û zozan

Çîçek û gulên baxan

Şêrîntirin ji her can

Silav li welatê min

Rez û çiya û kanî

Gund û bajar û xanî

Bilbilên xweş zimanî

Silav li welatê min

Keç û xortên pir çeleng

Tim bi awaz û bi deng

Ala te ya rengareng

Silav li welatê min

Gulên kesk û sor û zer

Li her derê ditên der

Li ser newal û bêder

Silav li welatê min

Şehîdên bûne gorî

Bi xwîna xwe ya sorî

Tev gundiyên birîn kûr

Silav li welatê min

Ji bîr nakim xweşiya te

Jin, mêr û pêşmergên te

Bûn birîndar ji bo te

Silav li welatê min

1981

CIGAREYA PAŞÎN

Ka welatê Mem û zînê

Ka kulîlkên bidin bînê

Tu xweştir î li vê jînê

Dermanê dil û evînê

Pêlan da ser pêlan hilda

Te dil da min, min jî dil da

Bi maçan te çavêm kil da

Dermanê dil û evînê

Ez Cebelî tu Binefşî

Ez xemgîn im tu rûgeşî

Serê min da nema heşî

Dermanê dil û evînê

Bi girî, şîn çû umrê min

Tu çima bû dijminê min

Ne keçên min, ne kurên min

Dermanê dil û evînê

Gava paşîn bêcigare

Qesr û qonax bûn mixare

Kêndira min tim li dar e

Dermanê dil û evînê

Derdê min û dermanê min

Goşt û nan e fermana min

Dil bi êş e tev canê min

Dermanê dil û evînê

Bedirxano dilbirîno

Gelek baqil hem jî dîno

Bêmal, bi milk û bi kîno

Dermanê dil û evînê

Bextê te qet ti car nîn e

1972

HESRETKÊŞ IM

Barê giran li ser mil da

Birîndar im tim ji dil da

Pêlan da ser pêlan hilda

Bi xizanî evîndar im

Dilo jaro ma tu dînî

Roj hilatî tu nabînî

Tu mizgînê çima nînî

Tu nizanî birîndar im

Ev êvar e li Efrîn î

Tu sitêrkan qet nabînî

Nizam xêre girî şîn î

Meger dîsa evîndar im

Hesretkêşê bejna te me

Geh tune me geh jî he me

Dil ne geş e tim bi xem e

Dîtina te gûmandar im

Bedirxano neke zarî

Tu ne tenê evîndarî

Ji nêzîk ve gul dibarî

Ji wê rindê hêvîdar im

3   6   1994

WERIN KOM BIBIN LI DOR MIN

Ez aşiqê welêt di nav xwînê de rengîn im

Rojhilata xortan im pir qenc û dilbirîn im

Dilê Siyamend şûrê Lahor dest bi zêrîn im

Lê îro di nav ar da hêstiran dibarînim

Dil bi eşq im wek buhar

Wek piling bûm pêş neyar

Gerden almaz bûm ji bost û pir heval bûn buhar

Ji zarokên bêkeser re bûm senc mal û dîwar

Ji xortên kurd ên pak re ez dibûm qûç û zinar

Şêrekî dev bi xwîn im hember dijmin û neyar

Dil bi eşq im wek buhar

Wek piling bûm pêş neyar

Rojhilata xorta me deşta Camyê qêrînim

Ava bîra Bogrîkê ji Xusro re şêrîn im

Sêvek sor im ser dêman dilreş im pir bi kîn im

Zivistanek bêberf im lê ji te re evîn im

Dil bi eşq im wek buhar

Wek piling bûm pêş neyar

Hezar salî û vir de  ez armanca Kurda me

Hinek ketin pê pera dûr ketin ez berdame

Hinan ez dam bin lingan hinan jî ez hilda me

Ser çiyan û ezmana ji boyî wê winda me

Dil bi eşq im wek buhar

Wek piling bûm pêş neyar

Xorto wer min nas bike serê min pir bilind e

Guh nede van neyaran, ka destê xwe bi min de

Nebêje ew jar bêpere dilê min pak û rind e

Carek netirse ji min dilê min nabe dude

Dil bi eşq im wek buhar

Wek piling bûm pêş neyar

Kurdo tu rabe ser xwe ev dem dema xebatê

Wek piling û şêran kom bike dor xwe civatê

Çav nûr û dil polat be mîna gurê sibatê

Rawestiyan nede xwe heya roja felatê

Dil bi eşq im wek buhar

Wek piling bûm pêş neyar

Rojhilat im azad im bi sûnd û soz û peyman

Nave min Asya Leyla sereka rinda cîhan

Gîvara Ciyab û giş piling û şêrên şeran

Li ser riya şoreşê bo rizgariya insan

Dil bi eşq im wek buhar

Wek piling bûm pêş neyar

Rojhilata welat im ez delala Kurda me

Xulexula çema me heyv û roja sala me

Çav bi nûr û zîvî me kesk û sora ala me

Tu pirs neke navê min ez pir derd û bela me

Dil bi eşq im wek buhar

Wek piling bûm pêş neyar

1982

GOTIN

Min tarîxa Kurd pir xwendî

Ez im Nûrî ez im Qadî

Bi rûyê geş bi dilşadî

Ez im rêhberê azadî

Ji Ferêt de heya Aras

Çemê Mirad, armanc Markês

Mêrê Mûşê Kurdên pak kes

Ez im rêhberê azadî

Deşta Camyê heya Zaxo

Ji Yêrîvan tew li nev xo?

Li yekbûna ciwan Şêxo

Ez im rêhberê azadî

Ger şêrîn im bi deng û nav

Balgî ji per nivîn xoşnav

Eyşeşana bi deng û nav

Ez im rêhberê azadî

Ez newroz im li dem buhar

Welat bend im tev xebatkar

Paqij dil im hem nivîskar

Ez im rêhberê azadî

Porzêrîn im porşev im ez

Vêtnamî, Kobî û Melez

Dostên me ne ew na hergez

Ez im rêhberê azadî

Bedirxano kurê Asya

Çi Efrîn e çi Amasya?

ne zêr ne zîv ne almasa

Ez im rêhberê azadî

1977

DIYARIYA XEYIDANDINÊ

Buhar hat çiya xemilîn

Kulîk vebûn giştek bi bîn

Kesk û sor in hem jî zerîn

Lê nizanim çima nehat

Hevalino werin vira

Em pay vekin derd û kula

Em pirs bikin ji bilbila

Bejin şêrîn çima nehat

Êvar daket ro çû ava

Zarok kom bûn li dor bava

Jehr û ziqûm li ser lêva

Ji boyî wî çima nehat

Şaêrek bû, pir melûl bû

Cefakêş bû pir bi sal bû

Bi qehr û xenc û delal bû

Min nizanî çima nehat

Bêdê û bav bêkes bû ew

Bi deng û nav pir kes bû ew

Bi roj bi şev nedikir xew

Tim dibêjim çima nehat

Bi min re got: ger dixwazî

Min bibînî bike gazî

Welato law bê awazî

Wê ez kuştim çima nehat

Bedirxano pir xeyalo

Ji xew rabe nebe lalo

Tu bêkesî bêhevalo

Tu nizanî bo çi nehat

22   7   1974

GOTINEK

Bi rastî tu Zîna zîndan î

Meger tu Xeca maman î

Ava jînê qut kir ji min

Tu kêfrevîna dilan î

Ji rojhilat heya bakur

Tu ne mî yî belê tim gur

Tu fersendan qet bernede

Tu stiriyê nav gulan î

Li derve tu gelek geş î

Tu tev çeleng û tev heş î

Bi dîtin tu dûr dibînî

Tu kaniya derd û kîn î

Ev gotina Bedirxan e

Ne ji dil de bi ziman e

bo xatûna li gundan e

Çê zanim ku ew zeman e

1993

ŞÎNGERANDINA CÎGERXWÎN

Gurmista lêde Şemsedînê Nehrî

Hevalê te ha li pey te tim digrî

Goristanê de burkan û tim girî

Cîgerxwîno tu her tim di nav me da

Porê te sipî bû xwe dan te ji dil

Heyran karê te,barê te dan ser mil

Evîndara te ji me re bûye kil

Tu tim di nav me de rengê sermeda

Deşta Dekşûriyan çol û beyaran

Kanî Siweyd kanî Şaria Suryan

Serê xwe me tim dida ber hev heyran

Tu tim di nav me de rengê sermeda

Eger roja te ber ava çû Seyda

Xeyala te jîna me bû di mey da

Evîndara te hesretkêş li benda

Mirina te xan û mal wêran tev da

Buhar hatî bi gul û fil û gulşen

Sêwî man e Naz û tev keça Rewşen

Diyariya te di dilan de herdem

Tu tim di nav me de rengê sermeda

Bedirxanê Hamêd tim dike qêrîn

Kaxeza dilê xwe bi xwe biçirîn

Bi hesreta te em giş man dilbirîn

Tu tim di nav me de rengê sermeda

1985

ARAMGEHA HUNERMENDAN

Bila belav bibe mij û dûman e

Dilê min perwaz kir mîna teyran e

Ev dîlan, govend, bazdan û seyran e

Dostaniya Efrîn, Sirûc û Koban e

Di Burca Belek Cizîra botan e

Ji Helebê heya welat wetan e

Li kolana Tişrîn bogra Şîhan e

Aramgeha şaîr û hunermendan e

Felek jî bi min re neyar bû ahî

Şiyia şewitî bi deng û şahî

Dil êsîr belê feda û tebahî

Dîsa pêlên behrê wek dil hildahî

Elî Ebdurhmanû Eskerê Boyîk

Qenatê Kurdo, Tosin gul û kulîk

Govenda hozan şaîr fen gir û hûrîk

Mala Naza Xelê li me bû xwed    .         1993

EVÎNDAR IM

Ne baxî me ne neyar im

Di payîzê evîndar im

Li ber ava çemê Dicle

Ba û baran û diyarî

Mîna kulîk gul û reyhan

Li ser serê te dibarî

Çemê Dicle ah û zarî

Burca Belek li vî alî

Dar û zinar giş dinalî

Ne baxî me ne neyar im

Ez şaî’r û evîndar im

Xortan girt govend û dîlan

Gazî kirin mina pêlan

Êndîwar bi nav û nîşan

Li ber dilê min bêgûman

Ava Dicle û ronahî

Silav dan wan çep û rast e

Gul belav bûn dest bi dest e

Ne girî ma ne jî ahî

Dinê tev de şad û manî                               1972

CANA MIN

Evîn behr e hizir ke

Xwe nede nav pêlan tu

Evîn behr e hizir ke

Bi jehr e wek gulan tu

Du zivistan sê havîn

Ger ken kêm bû pir nalîn

Baqil bûm ez tim jî dîn

Bi jehr e wek gulan tu

Dilbirîn im dikalim

Feqîr im ez bêhal im

Pir sal im lê ne kal im

Bi jehr e wek gulan tu

Çavên te xeyala min

Çi can e tu cana min

Jiyan û tev jana min

Bi jehr e wek gulan tu

Îşev şeva hicranê

Welî sivik giranê

Dilê min da kî zanê

Bi jehr e wek gulan tu

1989

EZ BAŞÛQ IM

Tu carek din min nabînê

Ger kom bibe xelkê dinê

Gunehê min gelek gunê

Zêr û zîv jî bextan nînê

Pir bi fikr û pir bi xem im

Ez ne gul im belê çem im

Bargiran im pir bi hem im

Ez ne dehr im belê dem im

Bedirxan im serbilind im

Bi bajar û ez bi gund dim

Ez Başûq im ne ez kund im

Dilpaqij im ne bi kîn im

1989

EZ ŞAÎRÊ KURD IM

Dilo binivisîn bi xêzên zêrîn

Ji agirê tarîxa gelê mizgîn

Pirtûk elfebê û dîroka şêrîn

Şaîrê Kurd û Kurdistan im bêgûman

Feqiyê Teyran dide xwe perwaze

Hafêz bi qêrîn û hawar û saz e

Goran jî keserkêşê bi awaz e

Bedirxan ji evînê bi niyaz e

Acûna nû welatekî kevnar e

Tirba min jî li min tim seq û sar e

Dilê min jî tim evîn û buhar e

Xwe çedikim bi gaz û zarezar e

Ev dunya derewîn e bê evîn e

Rojek jê xweş rojek tê de nalîn e

4  6  1994

BIRATΠ DERMAN E

Ev welatê dê û bavan

Ji rojhilat heya avan

Niha rabû ji van xewan

Bi biratî me dît derman

Rê aşîkar pez bêşivan

Kurdino wer guh bi min din

Karker, cotkar dest bi hevdin

Rojên werin gelek rind in

Doza dijim pîs e berdin

Rê aşikar li pêş çavan

Bi biratî me dît derman

Karkerên Tirk, Ereb, Îran

Dest bi me din mîna dostan

Em biçînin bax û bîstan

Rê aşîkar li pêş çavan

1991

SEYRANEK LI WELAT

Dilo xwediyê gulistana rengîn

Were ba min bide şabûn û mizgîn

Şahê evînê li dil bûye mêvan

Dilê xemgîn ji te re bûye qurban

Di nav buhara zîz bi nav û deng e

Dicle, Firat û Xabûr gul û reng e

Nivîna çeleng bi min ser û sîng e

Tu serdar û xoban Efrîn û Botan

Dilê xemgîn dike hêvî cana min

Wer carekê bi çav silav bide min

Tu can û xan û hem  jîn û şana min

Bi qurbana te be Bîngol û Şirwan

Guhê Cûdî, Sîpan û Ararat e

Evîna te welat û ceng xebat e

Serê “şaîr” bo te qurban û xebat e

Tu Incîl û Tewrat,  ayet û Qiran

Bedirxano bike qêrîn û gazî

Evîna te sembol û serfiraz î

Evîndara te bi reng û bi naz î

Qurbanên te  Xanî, Gencewî, Goran

MALA BAVÊ MIN

Mala bavê min bi kilav û kursî

Mala bavê min bi dar û bi sersî

Ez bêqesr û bêmal im evîndar im

Feqîr im li eslê min qet nepirsî

Evîndar im bêşuxl û hem bêkar im

Şaîr im geh dikenim û geh dinalim

Tu can û çelengî ez bi sal kal im

Lê darek pir bilind im û bi sersî

Xulxula Ferat, Dicle û Efrîn e

Zanim gunê me evîndara kîn e

Dilê min te bi tiliyê distîne

Ez ne gur im qet ji min tu netirsî

Kurdistan fereye bilind  navdeng e

Li ser çiyayê Cûdî qal û ceng e

Welatê min zevî newel û şeng e

Çol û çiyan bajar û gund û Xursî

Te da min buhar havîn û zivistan

Min bo te nivisand kilam û dastan

Te dilê min qopirand ji min sitand

Ezê bidim te dil giyan, ne tirsî

Ne Yêlmez im ne jî Qenatê Kurd im

Ne Cîgerxwîn im lê bi kul û derd im

Ji bo welêt canê şêrîn bi serdim

Singê te buhşta min e qet ne hebsî

Bedirxan im dildar im hêvîdar im

Ne dewlemend im lê gundî û zar im

Dildînamît im û tev pêt û ar im

Were ser sîngê min û tu vehesî

Tu çelengî şepal, şox û şêrînî

Nizanim duristî lê derewînî

Nizanim hezdikî lê dil bi kînî

Tu gawirî, Muslimanî çi kesî?

ŞEVA XEYIDANDINÊ

Dilo were îro çima xerabat î!

Awirên reş li ser dêman hilnehatî

Dilo were xeber bide çi nalîn e

Ma kî mirî xeber min de girî şîn e

Dil gote min: kanî hêv, roj kuve çûne

Keser kişand dil min re got: ma li şûn e

Dilo were xeber min de ew kuve çû

Mame wek kund xerabat im ew kude çû

Dil dinale qêrîn fîxan go: Hamêdo

Ew çû bi ba, bi baran re lo Hamêdo

Sal zalim bû ro reş tarî ew pir birîn

Tu “şaîr” bi kar û xebat ew pir şêrîn

Nerm û nazik, tu zinarî lawê bayî

Tu berda çû, venagerî li wî bayî

Kela bendî, tu sed salî zarî zarî

Bedirxano her binalîn zarî zarî

1992

ŞAHIYA XORTAN

Qîz û kal û jin û xort

Hûn belav bikin pertûkan

Bi pelên zêrîn

Şa bibin negrîn

Roja felat ew nu hatî

Bi ronahî şa dihatî

Ferhad û Xusro

Şêrîn û keykwîs

Laleş û zenadevista

Bedirxano belav bike

Gula bi gurz û desta

1990 HELEB

ROJHILAT

Buhar e rengîn e bi gul û evîn e

Sînorê dilê min wek çemê Efrîn e

Serekê dilbirînan yek Mem yek zîn e

Bi dostanî em ava bikin welat e

Ruyê te çeleng e Hemrîn û Sîpan e

Li dor me civata keçan û xortan e

Tu Zîna zîndan î kulîka Botan e

Evîndara şaîr ji zozanan hate

Çavên te deryaye mîna behra Wan e

Buhar e, seyran e, govend û dîlan e

Bo Cîgerxîn û Yêlmez me can qurban e

Lêvên tenik dibin sînorê welat e

Bayê evîna yarê bayekî dîn e

Ma yar çiye? Ji bilî buhuşt û jîn e

Dojeh e û firqet e, îman û dîn e

Dil xweşiye û tev hicret û xebat e

1990

HEZEYANEK

Îro di deryaya çavên te da me

Dilê xemgîn te dûr kir û berdame

Di şar û gundê te de beg, geda me

Wer şa bike dil ez li benda te me

Ger tu hatî mîna ew mîrê mewt e

Gunehê min tune ye mirin rûmet e

Firat û Dicle me evîna şet e

Giyan û dil bes bi te re rihat e

Por zêrîn e çav şêrîn e lê dîn e

Nizam çima ew ji min tim bi kîn e

Hembêza min ji te re tim zemîn e

Wer serê xwe li ser singê min dine

Payîz û buhar e Bedirxan î tu

Sal çiqas bibihore tim xort î tu

Xweş endam e ji bo eşq û şah î tu

Di şeva tarî de kehkeşan î tu

1994

KEÇÊ ŞEV E

Keçê şev e ewr û tav in

Baran barî hûr hûr lêkir

Erdê bîn da gul pişkuvîn

Ev rengê sor ruyê te ye

Buhar hatî gul sor bûne

Kulên min jî tev rabûne

Dibim gelê birîn dil e

Bi xem gilî ji te dûr im

Dengê avê ji dûr ve tê

Bilbil şil bû avê lêkir

Anîn bîrê rojên ciwan

Gava welat me ji bîr kir

Hat bi rêve boyîk sêvê

Dest daye min şekir lêvê

XERÎB WELATO

Tu ne xwarin e goşt û hestî pelxwîn e

Meydana şoreşê ye hem jî Lênîn e

Hezkirina neyaran bi huqd û kîn e

Xoşk û dê bav û bira Nazim û Qenat

Xezna Qarûn Cisrê Roman û Cizîrî

Ne şah û geda lê zengîn û beg û mîr

Bazara dil û gula Bîngol û hewlêr

Ne tu tê firotin ne jî ez tim kirîn

Bedirxano tu bike qêrîn û zarî

Xerîb welato surgino hem firarî

Kesek tune ye vemirîne vî arî

Binal binal heyv çû ava ey rojhilat

Xerîb welato

11  5  1990

SERGOVENDÎ

Li hawhawa şivana

Li dengê bilûrvana

Li serê ça û mêrga

Def û zurne dîlan e

Kes ne xemgîn gî şa ne

Li serê ça û mêrga

Sergovend î dengbêj im

Hiş çû ez gelek gêj im

Li serê ça û mêrga

Simêl zer im çavreşê

Rû li kenê rûgeşê

Li serê ça û mêrga

Heleb

EV DUNYA

Dilo jaro ev duniya

Rojek zîz e rojek tarî

Rojek siwar rojek peya

Radibore ah û zarî

Kanî Mem û Zîna Zêndan

Siyamend û Xeca Maman

Gulbeyaz Menca Heciyan

Mîna gulan giş diborî

Dil xemgîn e şeva reş e

Tu bi girî gel jî geş e

Rabe raze set bû şeş e

Dunya germ e te tim sarî

Dilo jaro xemgîn nebe

Bi boya reş rengîn nebe

Ji vê qehrê gergîn nebe

Şoreşgero tu heval î

Dilo jaro rabe ser xwe

Xebat bike xeman ne xwe

Ax nareve ew tim ax e

Ê vegerî bi kemal e

Pêntegon û şahê Êran

Wana bela j me re dînan

Ne rast bû ew rojên şeran

Wan re îro şer helal e

1985 HELEB

GOTINA ŞAÎR

Buhar rengîn havîn zengîn

Dil şadî bû dil ne xemgîn

Roj derbas bûn bi ken geşî

Dilzar nebûm ne ti êşî

Bi dilpakî me dest dan hev

Bê derewîn bê vir û rev

Ji bo doza hezar sala

Min fîda kir milk û mala

Sêwiyê dil ew sîh sala

Gerîm xerb û şerq şemala

Gund bi gund û bajar bajar

Min gerand ev dilê pir jar

Bê aramî tim sergerdan

Geh mirî geh bi can bêcan

Li ser pêlên jîna zalim

Heya îro bi qîl û qal im

Dilo jaro qet nenale

Felek kes ra ne heval e

Ne bêj îro sar û germ e

Evîn ar e evîn şerm e

Li deryayê çare nabe

Bi dunyayê qet şa nabe

Encama xwe zivistan e

Bêjehr nabe gulistan e

Rojhilat im dayê kur e

Bawer neke rê pir dûr e

Evîn jan e ne buhuşt e

Armanc dûr e tu ne gîşte

Berde bila xelk bikene

Îro şûnde girî şîn e

Xeman nexwe bêgul bû tu

Fîxan bike bilbil bû tû

Şaîr dengbêj bêkul nabin

Berde bila dijmin şa bin

Dest jê bikşîn nav hevala

Bîrke dinê meh û sala

Tu nazikê vê dehrê be

Ezab dan te bi herhebe

1994

KEÇA SÊWÎ

Ez sêwî me bêxudan im

Ez bi te re can bi can im

Bi deng û nav tev bi şan im

Min pir hez kir wer xelas ke

Bi girî şîn bi kul birîn

Buhar çû hat germ û havîn

Zivistan sar şev bi nalîn

Min pir hez kir wer xelas ke

Min dil da te wan dil neda

Min hezkir te wan dil neda

Li min ket berq, birûsk qeda

Min pir hez kir wer xelas ke

Serbilind im nav hevala

Ez guh nadim qesr û mala

Rindbûna min li min bela

Min pir hez kir wer xelas ke

Heyrano tu nexwe xeme

Dil agir im çav bala me

Sîngfereh me mîna çem e

Min pir hez kir wer xelas ke

Welatê min Kurdistan e

Wek dilê min zivistan e

Keçên Kurdan bindastan e

Min pir hez kir wer xelas ke

Ez şêrîn im mîna Zînê

Dil hezkirî bi evînê

Xelasek jî çima nînê

Min pir hez kir wer xelas ke

Ez Xec im tu Siyamend î

Ne azad im dest bi bendî

Min re xebat riya rind î

Min pir hez kir wer xelas ke

Berdirxano guh bi min de

Dilşadiyê tu bi min de

Îro yekbûn gelek rind e

Min pir hez kir wer xelas ke

1977

ŞIFA DILÊ XIZAN

Li deryayê dilê xizan

Pêlan da ser pêlan hilda

Ne deşt bû ew ne jî zozan

Îman û dîn bû di dil da

Mehe çû hat mîna ava

Hêv sitêrka hemû şeva

Bira, xayîng, dê û bava

Barê giran li ser mil da

Kişand ew pir derd û bela

Gulek bû ew dest bilbila

Welî çikim umrê gula

Kinik dibe di dinê da

Ji qêrîna aşiqan da

Ji des têr û başûqan da

Hiş winda kir dil şikanda

Hemû êşek ma di dil da

Ket pê xeyal derewîna

Serî da ber gurên dîna

Guh neda qet girî şîna

Bû gulek reş pêş bilbil da

Bedirxano her bigere

Dewra dinê ser bi sere

Nebe dûvçilk lê bib sere

Ew şifa jehr ma di dilda

1992

BIRÎNDAR IM

Li bejna te dinêrim ez

Birîdarê te me hergez

Dinêrim ez evîndar im

Şahînşahê nalîndar im

Were carek bide derman

Nirîna te mîna ferman

Tu xwînxwarî, ka dilê min

Tu guhdarî ka gula min

Şêrîn kenê were cem min

Silavekê bide li min

Dilşad bike dilê xwînî

Dibêjin tim tu evînî

Jiyan îro bi te geş e

Gunehkar û tim serxweş e

Belav bike gul û sêvan

Hemû derdan bike derman

Pir nexwaş im can bi min de

Duxtur tune vira gund e

Li ber derya ez û te va

Ji berî roj herê ava

Lêvan dînim li ser lêvan

Ez Dahak im tu jî Kawa

HELEB  23  3  1993

DILÊ ŞAÎR

Jehra Beko jehra mara

Xeber didin li neyara

Dilê “şaîr” di nav ara

Xelasek dûr ronya çava

Tu ne Zîna Kurd û Kurdan

Tu serxoşî tim sergerdan

Rojekê tu bibe poşman

Xelasek dûr ronya çava

Xeca maman derewînî

Ger tu rindî lê ne Zînî

Te dil kuştî girî şînî

Xelasek dûr ronya çava

1986

CEJNA NEWROZÊ

Ne berf tê ye ne baran e

Ev sermaye mij dûman e

Ev buhar e bêgûman e

Rabin îro cejna me ye

Buhar û sersala me ye

Sosyalîstî riya me ye

Gulên me giş sor in xwîne

Dilbirîn û tim xemgîn e

Çav bi hêstir girî şîn e

Rabin îro cejna me ye

Buhar û sersala me ye

Sosyalîstî riya me ye

Ma çima dil şadî nabe

Heya milet xew ranabe

Şora Kurdan tev yek nabe

Rabin îro cejna me ye

Buhar û sersala me ye

Sosyalîstî riya me ye

Mîna çeman xwîna Kurdan

Dirjî erdê bi sed salan

Şoreş hate nexin xeman

Rabin îro cejna me ye

Buhar û sersala me ye

Sosyalîstî riya me ye

Karkir cotkar keç û xortan

Efrîn Kerkûk Şîraz Botan

Dest bidin hev bi dil û can

Rabin îro cejna me ye

Buhar û sersala me ye

Sosyalîstî riya me ye

Bi kesan re em ne yar in

Em jî insan maf dixwazin

Ji bo çi em derbederin

Rabin îro cejna me ye

Buhar û sersala me ye

Sosyalîstî riya me ye

1990

JI BO DIYARIYA YARÊ

Ger tu xwediyê porê zêrîn

Ez xwediyê dilê xwînî me

Ger tu kelayek evînê yî

Ez jî xwediyê dûrbûnê me

Ger tu dilşikestî bi kîn e

Dilê min jî xwediyê jîn e

Serê xwe ser sîngê min dîn e

Kî rast e û kî derewîn e

Bêkes im xwediyê gund şar im

Dengbêj birîndar xebatkar im

Zivistana germ havîna sar im

Hişîn û kulîk sert û xwar im

Hay û hoye û deng û saz e

Qêrîn û bangîn li awaz e

Bi xame û lîsk tev bi saz e

Ne miriye dil pir bi naz e

Eger tu heyva rojhilat î

Ez jî çem û derya xebat im

Çi bû, carekê min mêzeke

Şaîr Dicle Xabûr Firat e

Bedirxano wer neke qêrîn

Ger tu Ferhadî ez im şêrîn

Ma dê çi bike şîn û girîn

Pir kirin derman û felat e                2  2  1981

JI PÎREKEK PÊŞENG Û HUNERMEND RE

                                                             Ji N.X. re          

Evîna te cejin mîna cenga xwînî bû

Berxudana min Sîpan û xelat şînî bû

Dîwar bû ji zinarê re huqd û kînê bû

Dîse jî dibêjim te, wer tu cana minî

Tu serdarî û namdarî di nav xoban de

Sitêrk û heyvî  ronahiya asîman de

Şahînşaha çeleng î di dem û zeman de

Perwaz bike tu teyr û tev şahîna minî

Welatê min dûr bû û te jî çand ronahî

Îro hozanên zana bi helbestan şahî

Hin jê ressam in û hunermendên îlahî

Te îlham da wana belê tu şana min î

Ji Roksana û vir de tu jî dibû winda

Em pir li te digerîn li her şar û gunda

Lê tu bilbila Kurda ye ji îro şûnda

Dê, pîrek û zana him tu pêşenga min î

Te belav kir rist û mûzîk li nav vî gelî

Te rakir cehaletî reşî ji nav gelî

Rê dûz bû ji milet re nema ça û gelî

Tu welat î rêzan î û hem dîna min î

Sebat  1995  Heleb

MIRIN

Mirin li nav agir pêt û dûman e

Birûsk nalîn e kalîn û giriye

Xwîna sor û tev zulm û zorî li me

Birînên me di cîger de kelî ne

Dimîne..

Ditîne..

Mirin heye sar e hêdî hêdiye

Ne xort e û ne jî merd e gidiye

Ji sîng dernayê êşek û giliye

Dêmîşbûn em berxwadan ne helî ne

Dimîne..

Ditîne..

Mirin buhuşt e pir li rê dinirin

Acizbûn ji jînê li ber bakûr in

Tazî ne birçî ne serma difirin

Ne hestî mane ne goşt, jev şelî ne

Dimîne..

Ditîne..

Mirin heye xort, mirin heye dîn e

Ma kî naxwaze mirinê nebîne

Dimîne..

Ditîne..

1988

RÊKA RAST

Firat Dicle nalenal e

Bayê kur e kalekal e

Me xebat kir çardeh sal e

Ew xebat jî bû xeyal e

Geliyên xwîn guhên hestî

Bi badan û bi helestî

Bi çavkûrî dilşikestî

Welat çû ji dest me lal e

Ji rojhilat heya Koba

Me guh neda ti ehbaba

Em ne gerîn rêk û derba

Xêrî Tehran û Gelala

Bi hezaran yetîm şehîd

Mûhacir û gelek egîd

Erzan çûne mîna Seyîd

Serek îro kerr û lal e

1976

KELEŞ

Di buhara dil de evîndar bûm ez

Evîn qet nayê bîra min di hergez

Şev û roja jînê zivistan bû lez

Di ronahiya dil namirim jîn im

Şeva min tarî bû bi gul û nêrgiz

Dilê min te dizî tu keleş û diz

Evîndarê te pir in bikar, karsiz

Hiş te ji min birî bêhiş û dîn im

Tu xezala çol û deşt li dûzê ye

Bejna zirav çavreş mil bi xozê ye

Gula ser xwara berxa li kozê ye

Ne baqil im bêhiş im û pir dîn im

1981

WERE DILO

Were dilo jaro tu ne Sîpan û Ararat e

Hergez tu jî di xew de ye ev ne jîna xebat e

Mêze bike li dora xwe kes ne maye dest bi bend

Belengaz in serfiraz in ne ebîd in kela bend

Welatê te bin lingaye keç û zarok tazî ne

Hinek surgin, birçî û bin zulmê gur û bazî ne

Ji dest cewrê ji dest kîn û nerastiyê dinalin

Xort nemane nav baxan pir sal in û hemû kal in

Bawer im ger em rabin ser xwe asan e ji mêra

Hemû dijwar û xebat e guh bide şerê mêra

Tu welat e eger min da qelengê te bêguman

Dil e, mizgîn e, xilat e li ciyê Xeca maman

Siyamend im û Xusro me li cengan Rustamê zal

Çû ji dunyê sitûxwarî rastiye ne qîl û qal

Kurdo rabe ser xwe bese hembera te temsîl e

Ne pelên hişk in û te ji destê xwe dida gul e

Bedirxano xwedî jano bîn serê xwe hişê xwe

Mirovê egîd têr e qirqê sifra xelkê naxwe

1985

DILÊ HELBESTVAN

Min alîkî xwe daye çê

Alîkî xwe daye behrê

Alîk çem e yek zinar e

Alîk jî behr e yek zar e

Dil perwz dike wek teyr e

Dicle û çayê Bêxêr e

Bextê min havîn û payîz

Heval û dê xort kek û qîz

Vaye zivistan û buhar

Jiyanek nuh yek jî kevnar

Bax û bîstan çawîr û rez

Şêrîn xweş, tirş talî û mez

Tu bextê minî bêguman

Agirî û Sîpan dûman

Li Beyazîd gora Xanî

Dilê min jî evîn danî

Bindest mane çem û bîstan

Çol û leylan şûn gulistan

Dilo jaro tu dinalî

cihê teng ji ber vê halî

1990

ZAROKÊN SÊWÎ

Zerok sêwî mal xirabo

Piran kir şîn lê yek şa bû

Ev şahî ye ne jî şa bû

Tu mucrima vî miletî

Ji Xorizê heya Dîlman

Tevan dabû di nav xortan

Tu bûbû Zîn gola botan

Tu mucrima vî miletî

Miletê kurd ser bilind e

Çi li bajar çi li gund e

Keçik û jin pîr û merd e

Tu mucrima vî miletî

Tu bû lawkê Sêvek vêr e

Tu digerî li her der e

Da bizanî şerm e j te re

Tu mucrima vî miletî

1975 Heleb

DIYARIYA DUXTOR NÛRÎ DÊRSIMÎ

Ma çima ez nizanim şev tarî ye dil xemgîn e

bayê kur dîsa dîn e ne geş e bêmizgîn e

Xemilandîne ev çiyan bi kulîkên kesk û sor

Dil şikestî rêzbûne saf bi saf û qor bi qor

Bêsîleh û bêçek in welî xort in gelek şêr

Di dîwana mirinê de destgirtîne jin û mêr

Mêvanekî pir mezin hatî ji hêla Dêrsim

Ji can û dil de digot li halê Kurd bipirsim

Lê çima nizanim ev bêdeng û bêlivandin

Diyariya şoreşê ji rojava re dişandin

Kanî dengê Dicle, Firat û Dêrsim qet nayê

Çima bi girî ne nalenal e berê xwe dane derya yê

Zivistana firqatê dor me sitand qêrîn e

Zanayên Kurd ji dil de bi hesret û girî ne

Belê ev rêber bû li ser rêça wî me sûnd xwar

Bax û bîstan şiqin dan vebûye rengê buhar

Bi yekbûn û evîn em ala wî hilînin

Xwandevan û zana qor bigrin gulan biçînin

Serbilind e ev Dêrsim çiraxa xwe Nûrî ye

Ferîde xûşka hemû Kurdan e Horî ye

Dîna ser sîngê Duxtor ji axa dê bavan

Ji axa Sîwas û Mûş, Amad Bedlîs û Wan

Dibarin hêstir ji çavan ser erdê mîna baran

Şadiye rûyê Duxtor nêzîk e bi sûnd û peyman

Bedirxano bilbilo îro dema fîxan e

Rake dengê welêt ser gora bazê duxan e

Bibêje tu her bijî Kurdê Kurdistan bijî

Roja îro şewqa xwe da nav goristana her bijî

DIYARIYA ŞEHÎDEKÎ – SEYÊD-

Rabû Xurşîd ji xewê ranebû çima Seyêd

Welat nalenal e di xew de mane egîd

Kanî Bîngol ka Şivan kanî qerar û peyman

Navê te jî ey Seyêd ket şehnama şehîdan

Îro rabe ji xewê hêlehêla xortan e

Di qişla de nema kes hemû çûne zozan e

Rengê xwîn û deng topan birîndar in dinlalin

Kanî rêhber qumandan dest û zendan vemalin

Nûrê bidin xebatê bi xwîn bigîn felatê

Bi rindî û dostanî em herin vê dewletê

Ev gotinek du sê şor ji bo şehîdê milet

Bo hevala bo seyêd ji kûraniya dil derket

Ji Sîpan de heya Hemrîn Ferat, Dicle û Amed

Ji dest zulmê dinalin Leyl, Mergirêt û Memed

Lê xem nake rez ên me kulîk dane tirî ne

Lumombo û Gîvara çavên me bêgirî ne

Hemû şehîd ên şoreşê hemû xelk ên welata

Qulibandin text û tac hukumdar û sulutata

Ev amûd ên ji mermer sînorên ji polat in

Evan çemên xwînê ne belê ava heyat in

1977

EZ DELALA KURDA ME

Ez delala Kurda me ez bi deng û nav û şan

Destêd xwe bi hevdin hûn li navbera hevalan

Karkerên Ereb û Tirk esîr in li nav Îran

Bi dostanî bi biratî çê bikin hûn welatan

Ez sereka rinda me werin kom bin li dor min

Dest û sera bi yek bin wek kela bin li dor min

Xebat bikin ji dil de dijmin dor xin ji dor min

Ez destgirtiya welat im werin kom bin li dor min

1992

DILÊ XEMGÎN

Zivistanan gulistan im

Ez serdara van dostan im

Mamostaya bin destan im

Welî hergez pêla behran

Tu ronahî şeva tarî

Geh bi ken geh bi zarî

Dilê xemgîn tim digirî

Li ser milan derdê giran

1994

GOTINA PAŞÎN

Were ey dil xerîbo binale îro hicran

Were ey dil binale xerîbo wek şehîdan

Xwîn qirax e evîna çem meraq te re man

Welî serxoş e tu bi jana ziravî sergerdan

Dermanê te tuneye tu burkana can û dil

Were rihmê ey cana tehemul nake ev mil

Jehra evînê keviniya dilê xizan û dîn

Cîhanşahê Kurda me çima tu jî nabe Zîn

Tu pêla derya yî dilovan î bi bilbil ra

Ma çi kir wê ger rûnişt bi can û camêra ra

Ma tu qet nizanî dil, hemû alem esîr in

Evîndar bêguneh in di kevna dil de mirin

Ger tu rast însan e berde qîl qal û cenga

Vê rindê wed’e bike umrê evînê pir teng e

Li tarîka şeva hicran bike gazî binale

Tu qet fedî nake ew hezar û heftsed sal e

Ew welatê Kurdan nabe bêmij û dûman

Tu bilbila şoreşan qurbana hemû rindan

Bes e bes ev xendeye jehr dibarîne dora me

Ma kê fehim kir dilê baz im ne roviyê çola me

Xeyala min Botan î tu Zîn, Xeca maman î

Pîroz be aqilê te tu hevala min a zeman î

Şaîrek te neskirî belê kêmaniya wî sebir

Netirs xuya nake sura te dawî pir ebir

Bedirxano bes e bes welat bi çav dinêre

Ji fecra bawer ke qet Kurdistan rê dinêre

Îlûna 1974

PELÊN GULA MIN

Roja rojhilat daye ser porê min

Hemû roj derin ava li dora min

Bax û baxçên şêrîn şênahî bi gul

Buhara me hatî isal bi gul û  ful

Lê xeberdarî dikir dora xwe bi hesrat

Got: pelên gula min diweşî pir bi rûmet

Firqata Yêmaz, Seyda û Qenatê Kurd

Em xizan û feqîr in bêkes û zugurd

Were em noş bikin meya hesretê

Cîger çû Yêlmaz jî carek din netê

1991

DERMAN ÇIYE

Bifirin bilbilino, bifirin ber ve welat

Şevên reş û tarî çûn bi ser ça û rojhilat

Silav bidin yarê, ez xerîb mam vê derê

Sal çûn neçûn, evîn û yar netên dîtin bi gerê

Balefir li ezman gemî derin ser behrê

Basikên me şikestî ne kul û derd ji dil narê

Bi qêrîn û bi nalîn çemên me diherikin

Kîn û huqd bûn zinar qûm li çavan diherikin

Sed sal derbas bûn bi xewn bi dilgirtî xizanî

Bav ji lawê xwe hez nake bira jî bira nizanî

Ev eşîr e xwenedan e beg û axatiye

Tirk çûn Ecem çûn neyar û reşî hilnehatiye

Zana û xwendevan ji nezanan pirtir dijmin in

Belav bûn erdê me ji welat re xêr nîn in

Pîr û kal şêx û melan, çêrok û vir û xorafê

Kevrên reş şaş û xirqe ne, me nagihînin hedefê

Lê em çi bêjin derd derman dixwaze kanî?

Bixwînin dîroka şoreşê bi nav û nîşanî

Zana û rêber bê zat bûn mîna nûra nav milet

Bi zanîn û yekbûn gav gav xet bi xet û ciret

Karkir cotkar û zana dest bidin hev bi îman

Bêderewîn bêneyarî bi dostanî can bi can

Xebat kirin şer kirin dijmin nav xwe kirin der

Ne bi pişdana ikazên kevnarên bêser

Vêtnam û Korya, Koba, Bulgar û Mecer

Îro azad in di nav dewletan de m’uteber

Em ne dijminê kesî ne dixwazin azadî bes

Dixwazin ji hemû miletan re rastî bijînê û nefes

Bi rastiyê bi dostaniyê bi biratîyê Kurd û Ereb

Dest bi hev din bişkînin dijminê xerb

Heya xwîna şehîd û xebatkaran bistînin

Umemiyet û biratiya hemû mileta bi hev bigînin

Ne bindestî, zulm û zalim, ne tazî û ne birçî

Karker û cotkar bê seyêd bijîn her bijî îşcî

1986

ŞÊRÊ WELÊT

Ger te bi rastî hezkirî

welatê Mem û Zînê

bawer bike dest bi bendî

şêrê welêt bi te bigînê

kurd nabe kole bimîne

ji xelkê re har û dîn e

hilîn ji ser milê xwe kîn e

kurd nabe bimîne li şûn e

1990

PIR XEYAL IM

Di Botan de di zozan da

Bi nav û deng serfiraz im

Di Agirî bi Sîpan da

Teyrê hişîn başûq, baz im

Pir xeyal im behra Wan im

Pir birîn im xweş awaz im

Welat welat ez digerim

Geh baqil im derbeder im

Kurd im belê ne Tirk laz im

Wek dizanim ez digazim

1989


اعجبك ؟ شارك الموضوع مع أصدقائك!

0

DÎWANA SERDORA JIYANÊ Hamêd Bedirxan