DI ZÎNDANA ŞEVÊ DE

DI ZÎNDANA ŞEVÊ DE

Destgirtî û qelabend im

geh pêla dil radibe

şehsiwarê deştan, hemû deştan

bi tirs qedera xwe

ez didim ber dêwan

mîrê Botan im

serekê xortan im

can im..

hezar sal im

aşiq im, bi eşqê mest im

welî çi bikim

nexwaş im.. sist im..

Dil perwaz dike

serê çiyan û zozanan

dor xwe dinire

bi tenê di nîvê şevê de

sitûxwar û xizan e

hevalên ketiyan tune ne

bo vê jî şev dirêj e

şifaq dûr e, tal û şor e

çav aşiqê roja rengîn in

çima nayê?

di xew da mayî.

3-1-1996

RIYA DIL

Bi hiş û heyran

dil dikir perwaz û seyran

ne sînor ne dîwar

ne çem û ne ça

ne kevir û ne zinar

digere gund bi gund

bajar bibajar

melûl û melûl

sitûxwar û xizan

çend hêstir dibiriqîn li ser dêm

hêviya te bû, çû ava bêguman

roja te ana ber avaye

nivîna te seqa û sar e

dilo melûlo..

bi xewn û xeyala bibe mijûl

welatê te deşt û çol û beyaban e

çiyayên bilind û derendên asê

ma çima tu sitûxwarî, pal li ser masê?

noş dike jehrê ji kasê

kanî qelfê esmar û zeriyan..?

kanî govend û bazdan û dîlan..?

dewat bi dawî bû bûk çû mala zêve

Bixwîne:  ANA

şev daket sitêrk li ezman

li ser riyan kes nema

dilo jaro zûbe gav ke

ana ê bibare berf û baran

ji neqeb û berqefan derdibin

cinewirên çolan.

FÎDAKARÎ

Fîdekarê evînê me

Rêçenasê xorta me

Karperestê gel û karkera me

Yosifê Kenaan im

Evîndarê Zelîxa me

A tê veşartin?

Beyan e…

Bend û dîl im

Bi derd û kul im

Şahînşahê eşqê me

pir birîn im

Bi fîxan û bi qêrîn im

Zimanê serfiraza me

Tu gewhera guhê Nûr î

Çeleng û rengîn î

Bextê erdnîgariya welatê min reş e

Navbera şênî û civatan

Nebuye li dinya zanistiyê

Perçeperçe bûye

nizanim çeng reng in..?

Binêrin hûn cihê textê şerefxan

Xera bûye ji destê lawê tûran.

BIRÎN KÛR E

Hûr hûr e..

Dûr dûr e..

Kûr kûr e..

Hûr hûr e li ser milên min

Dûr dûr e ji dilê min

Kûr kûr e kula min

Evîndarî ew e bira

Ar û agir e

Mekanê Zardeşt û tirba Laleşê ye

Zendevista û kitêba reş e

Hozan dîn e geş e

Ez xemgîn im

Şaş û dininvsînim

Dilbirîn im

Belê aşiq û bêkul û şîn im

Dûr dûr e..

Hûr hûr e..

Ne tal e!

Ne şêrîn e!

Xencer e, şûr e

Şîqiniya ewraye

Berq û birûsk e

Hinek jî dengê tembûr, gîtar û bilûrêye

Here here, were were

Evîndarê te me

Bixwîne:  DÎWANA SERDORA JIYANÊ Hamêd Bedirxan

Birîn kûr e û rê dûr e.

PEYVA HOZANEKÎ

Îro nexwaşxane min ji xwe re kirî mekan

Belê cavêd min mîna teyran

Heyran û sekran in

Perwaz dikin

Li ser çiyayên bi berf

Mîna Xelat û Sîpanê…

Nexwaş bûme jana min di dil de ye

Mêze bikin dostino, dokturino

Birîna min li ser min polaye…

Ji zarokiya bêguneh

Li ser çavên diya hezîn û çeleng

Min dersa xwe ji wê û êşeka wê dibir

Wek hemû pîrekên Kurdan

Diya min jî êsîr û bindest bû

Bi kar û şuxul bû, westiyayî û mest bû..?

Carna hêdî hêdî hêsir ji çavan dibarî

Min nizanîbû ji bo çi ye…?

Geh bi xwe re dipeyivî…

Sal derbas dibûn

Mezin bûm ez

Pir dibistan xelas kirim

Hozan bûm ez…!

Eşqa diya min

Êşeka birçî û tazîbûna welatê min

Ji min re bû derd û qisawet

Bo çi em li deriyê beg û axa peya û geda ne?

Zehmetkêş, sêfîl û destgirêdayî virda wirda..!

Welat welat ez gerî û fitilîm

Diyar diyar nedisekinîm

Spartekoz bû mamosteyê xort û egîdên wî gelî..

Ji pêka Çaldêrana Meluon

Hemû xwîna mirovan

Seman û siwaran rijî

Ji şoreşa Abdullahê Nehrî

Ji serhildana Şêx Seyîdê Pîran

Ji hîrehîra şêr û pilingan

Li çiyayê Dêrsimê…

Bixwîne:  BIRÇÎ ME

Ji qêrîn û hay û hoyan

Mîrên Soranê, Hekarî û Botan

Ji gelî û newalên xwînê li dîlman

Li ser serê Agirî

Bi nav û nîşan

Mirin, agir û xwîn

Perîşan û koçkirin em

Gund û bajar şewitandin

Bi gulle û topan

Xerdel û jehra ejdehan û maran

Esrê em helak kirin bi hezaran

Nexwaş im jana min jana jînê ye

Em nebûn ku bijin

Wek însanan

Fesadî û jihev heznekirin

Xiznî û xiyanetî

Kuştin û dizî

Mîkrob ketiye nav me

Mar û gur û dûşpişk

Dilîze di nav xeyalê me da

Xelastek li ku ye?.

Ey xweda…?!.

DU HOZAN

Heftê sal, heftê seq û sarî

Belê ne zivistan e

Umrê min tim buhar e

Pel hişîn in, gul in, yasemîn in

Çem in, kanî ne, çol û av û cobar e

Hişyar im evîndar im

Şehsiwar im

Belê tu mamosteyê min î

Bi zimanê dê û bav û kala

Bûme bilbil û sebeba bersivê

Sal derbas bûn bi şadî bi ah û girî

Bi xame, kaxez û tembûr

Bi qêrîn, berf û agir

Dem û zemên hinek dost in

Hinek jî neyar in

Îro li mekanê ez û Seydayê Cîgerxwîn

Me pal dida

Mêze dikim asîmana

Di diyariya min dijî Seyda

Û digot: ez ê bijîm 130 salî

Dora min.