BAYÊ ÇIYAN

BAYÊ ÇIYAN

Tu çi ba yî ..?

Bayê evîna heftêsaliyê

Heftêsalî ne..

Ewran didî ber xwe tu

Difirînî û dimeşînî tu

Çiya, newal û gelî dixemilin…

Xewrevîn e, çavdifrîne, dil dilîskîne nugihî ne

Tu hesret î..

Tu firqet î..

Tu sînor û serhed î

Perwaz  dikin bi zorê

Hest û mest î tu

Bixwîne:  HERIN

Dest û piyên min nagihîne te…

Xemrevîna eşqê

Bihişta gulistanan

Ala leşkerên hunermend

Li ser çiyayên bilind

Dilê xemgîn

Te ava kir bi hêj û şadî

Rûçikên giran te kirin xwendan

Tu çi ba yî..?

Ne rohilat, ne rojava.. nijadî

Silav bide li bax û bîstana

Li gulistanan

Tu zerdeştê evînê yî..

Bixwîne:  WELAT Û HELBESTVAN

Kanî ZEND EVISTA  ?

Tu mezmura Dawoud î

Li erdê KENAA N neşîd û înşada

Suleyman î hekîm e

Bo Belqîsa xopan

Tu Meyrem il Ezraa yî

Hawar hawar ..

Yosifê Necar

Tu Asyaya Elî Umran î

Tarîxa xwînxwar

Ev beytên helbestê

Di deftera şaîrekî heftêsalî de

Bi neqş û nîşan e

Manîfestoye.. beyan e.

Bixwîne:  LI SER ÇEM Û ÇIYAN