AH Û AH Û AHÎ

AH Û AH Û AHÎ

Ez dibêjim helbestvan im..

geh serxoş im

mey dinoşim

geh şiyar im

geh jî gêj im..

geh dikenim

geh dinalim..

geh dipeyêvim

geh dibêjim..

ah û ah û ahî îî

Bêpir û bêpirs

berê min ber ronahiyê..

ronahî jîn û şahiye

bi serçemandin û birçiye

Bixwîne:  FÎRAQ

mîna Goran û Çîgerxwîn

dibêjim ..

ah û ah û ahî îî

Geh dikevim zîndan û çalan

li şopa têkoşîn û şoreşgeriyê

bi kêfxweşî

bi evînî

dibêjim tim

ah û ah û ahî îî

Bindest û girtî

birçî û bênan

bi hişê xwe yî jîr

mêrxwas û bê îman

bi xebat û pertew

Bixwîne:  LI DOR TEWLÊ (sifrê

mîna gewher

bo yara çeleng û dildar

belê evîndar û birîndar im

dibêjim..

ah û ah û ahî îî

Kurê çiya me

Deysem, Rustem û Şêrgo

aştîxwaz û azadperest im

Hemrîn û Efrîna te me

Dêrsim, Sîpan, Firat û Zagros

sekran û mest im

dibêjim tim..

ah û ah û ahî îî

Bixwîne:  HERIN