الشهر: مايو 2015
WELAT Û HELBESTVAN
WELAT Û HELBESTVAN Berf bû! Baran bû! Rojek ji rojên îd û cejnan bû Erd dikenî Erd didagirî Ezman bi ziman bû Dil bû.. Çav bû.. Ziman bû.. Dil bi birîn Çav bi ronahî Ziman bi deng Sîng teng Ling bi derman bûn Xebat û serazadî Xort û zarok Welat û xurbetî di dilê min … Read more
XWARKIRIN
XWARKIRIN Xwe dameriqîne evîndara min heya ku firtene derbas dibe qasî ku min xwe xwar kir pişta min bû kevan kengî dem ê te têra xwe bavêje..?! Dirêj bike destê xwe pençek ard bibîne xwe dameriqîne evîdara min qasî ku min xwe xwar kir pişta min bû qentere… kengî demê tê di bin re derbas … Read more
BUHARA HÊVIYÊ
BUHARA HÊVIYÊ Siba buhar e xerbî xunav e Buhar xwastek û hêvî ye êşek û jana zivistanê tarûmar kiriye can û dil e giraniya xwe dayî ser mil lê xemnake buhar e gul in yasemîn in fil in benefsec in geya ye, hişînî û keskayî deşt bi genim û ce ye dil hêvîdar e îsal … Read more
LI DOR TEWLÊ (sifrê
LI DOR TEWLÊ (sifrê) Sifre dewlemend e goşt, mey, gul, kas û kulîlk in şadiye, şahiye lê nizam çi bêtar e dîsa hat..!? ecayîb a zemên e xeraîb û xeyalat e Îhsan Nûrî, Hesotellî, Agrî û Ararat e Dêrsim û Palo dengê şêrê bi birîn e Seyêd Riza.. basik berdan ser Sîpan û xelatê Keladizê, … Read more
LORÎNA VENEGERÊ
LORÎNA VENEGERÊ Buhar derbas bû havîn xilas ewrên reş girtine ruyê ezmên dil bi axîn şikestî çem bi nalîn, çiya û deşt bi rengê xurbetiyê hemû gund û bajar hemû welat behr û çol û sehraa û gelek diyar dost û neyar bi min re meşîn hembêz kirim şa kirim… gotin û şoreş dê û … Read more
KILAM
KILAM Ez teyrek bûm li ser pîkekî darê nûştibûm Min li dor xwe dinihêrî awciyekî li min xist ez birîn kirim nikarim bifirim.. Ev hezkirinek gelek bi sur e here here bighîne rêk dûr e di ser wê kopriyê re derbas bû basikên min şikestî ne nikarim bifirim.. Ez çi bikim kuve herim dilbirîn e.. … Read more
CÎHAN
CÎHAN Baranek mîna qedîfe dibare li ser lêxistina dilê min tenêd rijaleyan ji gelî û çiyan dikevin pença min qapiyên hebsan li pêş çavêd min derin û tên periyêd rojên duho tinebûn ku îro deran vebriqînin.. Ger tu ji min pirs dikî kî riya min dinire? nizanim! nivîna min? bankir hepsa min û sitêrk didin … Read more